Şêx Elî: Li gorî olan vekirina goran heram e û divê sûcdar werin cezakirin

Endamê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê rêveber ê Saziya Kombûna Olan a Helebê şêx Elî El-Hesen got, vekirina gorên şehîdan li Efrînê li gorî şerîeta îslamê heram e û banga cezakirina sûcdaran kir.

Şêx Elî: Li gorî olan vekirina goran heram e û divê sûcdar werin cezakirin
22 tîrmeh, 2021   05:47
HELEB-MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî goristana şehîdan a li bajarê Efrînê yê dagirkirî kir. Ji ber wê yekê gelek nerazîbûn derketin, bi taybet ji aliyê oldaran ve ku vê bûyerê wekî sûcekî bi nav dikin.

Girêdayî mijarê û ji bo naskirina cezayê vê sûcê di Îslamê de, endamê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê rêveber ê Saziya Kombûna Olan a Helebê şêx Elî El-Hesen ji ajansa me re axivî.

`XWEDÊ EWLADÊN ADEM RÛMETDAR KIRIN, HÛN KÎ NE HETA ÎHANETÊ LÊ BIKIN?`

Şêx Elî hinek ayetên Qurana pîroz ên têkildarî mijarê bi bîr xistin û got, xwedê ewladên Adem rûmetdar kirin.

Girêdayî vê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a vekirina gorên şehîdan Şêx Elî got: “Mirov çi sax be çi jî mirî be li cem Xweda pîroz e, vekirina gorên şehîdan li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û îdiayên wê ku ev gorên komî ne, ji rastiyê dûr in. Ew gorên şehîdên ku ax, rûmet û gelê xwe parastine ye.”

Şêx Elî durûtiya dewleta Tirk a li hemberî olê destnîşan kir û diyar kir ku dewleta Tirk sînorê xwe derbas kiriye û wiha domand: “Yên ku xwedî li Îslamê derdikevin nabe şerîat û rêgezên wê yên pîroz bin pê bike. Pêxember Mihemed dibêje `Şikandina hestiyê miriyan mîna şikandina hestiyên kesên sax e`.”

`SÛCÊN VEKIRINA GORAN Û LÎSTINA BI CENAZEYAN BÛYE TAYBETMENDIYEKE ARTÊŞA TIRK`

Şêx Elî da xuyakirin ku vekirina goran û lîstina bi cenazeyên şehîd û kuştiyan bi destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê belav bûye û wiha domand: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker berê jî bi cenazeyê Barîn Kobanê lîst. Ew sûc gotina me piştrast dike. Dema hîna sax bû laşê wê parçe kirin. Gelo çi pîvanên îslamê di vî sûcî de heye? Tu têkiliya îslamê bi van sûcdaran re tune ye.”

Şêx Elî sedema vekirina goran, vegerand kîna dewleta Tirk a li dijî pêkhateyên herêmê û got: “Mîna vê sûcê qet pêk nehatiye. Vekirina goran li gorî olan heram e.”

Şêx Elî El-Hesen wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Îslam ji wan dûr e. Kesên rêgezên şerîatê bin pê dike, ne musilman in, divê hesab ji wan sûcdaran were xwestin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rP6EQ0SVNVU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>