Cendermeyên Tirk li jinekê û ciwanekî dan

Jinek û ciwanek dema ku hewl dan derbasî Tirkiyê bibin ji aliyê cendermeyan ve bi giranî lêdan xwarin.

Cendermeyên Tirk li jinekê û ciwanekî dan
21 tîrmeh, 2021   20:21
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA'yê, ciwanê bi navê Hemûd El-Casim û jinek dema ku xwestin sînorê Tirkiyê yê li beramberî navçeya Dirbêsiyê derbas bikin ji aliyê cendermeyan ve lêdan xwarin.

Çavkaniyan diyar kirin ku ji ber lêdanê ciwan birîndar bû û ji bo nexweşxaneya Şehîd Xebat a Dirbêsiyê hate veguhertin.

Her wiha hate gotin ku cendermeyan pereyên El-Casim jê standin û telefonê wî şikandin.

ANHA