'#Status4NorthAndEastSyria xwe gihand milyonan'

Meclisa Medyaya Sanal a Kurdistanê têkildarî Kampanya ya #Status4NorthAndEastSyria, diyar ku kampanya di hemû tora civakî de hê jî di asta herî bilind de balê dikişîne ser xwe û eleqeyeke pir mezin dibîne û got: "Derbarê Şoreşa Rojava û statuya wê ya siyasî ku were naskirin de, dê ji bo me bibe xebateke bingehîn a vê tekoşîna mafdar."

'#Status4NorthAndEastSyria xwe gihand milyonan'
20 tîrmeh, 2021   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Medyaya Sanal a Kurdistanê têkildarî Kampanya ya #Status4NorthAndEastSyria ya ji bo naskirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî bi navê "Em ê bi têkoşînê biserkevin" weşand. Meclisê hemû kesên ku beşdarî kampanyayê bûne spas kir û wiha got:"

"Me wekî Meclisa Medyaya Sanal a Kurdistanê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek statû-pergala wê were naskirin, dest bi xebatekê kir û serkeftineke mînak bidest xist. Di 18 û 19'ê Tîrmehê de li ser tora civakî  di du rojan de li ser tora civakî ya cîhanê di asta herî jor de ciyê xwe girt û bû rojeveke girîng. Vê kampanya ya ku eleqeyeke pir mezin dît, li çar aliyên cîhanê bi sedhezaran kes tevlê bûn û hem bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojava vê sersalê pîroz kirin û hem jî ji bo ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî statû were naskirin li ser tora civakî parvekirin.  Ev jî di qada gerdûnî de werdigere beyankirina bi milyonan kesan ku wijdanê xwe diyar bikin.

Kampanya di hemû tora civakî de hê jî û di asta herî bilind de balê dikişîne ser xwe û eleqeyeke pir mezin dibîne.

Ji ber sedemên ku li Sûriyê li ser Twîtterê zext û pêkutiyên dijwar hene, qedexe ye hema bêj li Rojava ne gengaz e ku wê bikarbînin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên cuda cuda, bi milyonan bi rihê seferberiyê li ser Facebookê tevlê kampanya ya ‘bila Rêveberiya Xweser were naskirin’ bûne. Digel vê dorpêç û tecrîdê jî hawariya şoreşa Rojava gihişt mirovahiya cîhanê, ku wijdanê wan rakir ser piya. Ev şoreşa ku serbilindiya mirovahiyê ye, vê şoreşa demokratîk carekî din rewabûn û yasaiya xwe bi cîhanê da pejirandin. Di vê warî de mafdarî û rêzdariyek jî bidest xist. Li ser medya dijîtal ku bi milyonan hat parvekirin, weke  referandûmeke dijîtal bû. Di van hemû encamên tora civakî de ku hêjayê gotinê ye, li pirê cîhanê kesayetên polîtîk û bi bandor, hunermend, nivîskar, sînemageran û hema bêj hemû aliyên civakê pê hesandiye û ji kampanyayê re pir hesasiyeteke girîng nîşan dane, tevlêbûnekê aktîf pêk aniye. Ev konsensusa wijdanî ya pêk hatiye, konsepta komkujiya li ser Kurdan ku ferz dikin jî mehkûm kiriye.

Kampanya me li welatên Ewropayê di rêza serî de cih girt, bala weşanên herî navdar kişand ser xwe û mora xwe li rojeva wan xist. Li Katalonyayê parlamenterên wan pêşniyaznameyek hevpar dane meclisa xwe, da ku statûya  Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  were pejirandin.

Yên di vê xebata hêja de serkeftinên mezin bidest xistine, ked dane, xwe gihandine milyonan kesan, di serî de ji endamên Meclisa Medyaya Sanal a Kurdistanê û ji hemû kedkar û xebatkarên ku bi hêzeke mezin xebitîne re; em wek Meclisa Medyaya Sanal a Kurdistanê ji wan re rêz û hezkirinên xwe diyar dikin û spasiyên xwe pêşkêş dikin. Şoreşa Rojava ku di sedsala 21. de bûye hêvî û ronahiya azadiyê ji bo bijî, em bi hêviyeke xurt bawer dikin ku dê ev piştgirî û xebatên me wê di  paşerojê de jî bidomîn.

Derbarê Şoreşa Rojava û statuya wê ya siyasî ku were naskirin de, dê ji bo me bibe xebateke bingehîn a vê tekoşîna mafdar. Li ser vê esasî carekî din em ji bo her kesên ku ked dane re spasiyên xwe pêşkêş dikin û ev cejnê ku em tê de ne hêvî dikin bibe wesîleya azadiya hemû gelan."