​​​​​​​Di êrişa li ser Nibul û Zehrayê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 2 zarok birîndar bûn

Hate ragihandin, di êrişa dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê ya li ser Nibul û Zehrayê de jinekê jiyana xwe ji dest da û du zarok birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişa li ser Nibul û Zehrayê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 2 zarok birîndar bûn
20 tîrmeh, 2021   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê bi moşekan êriş bire ser bajarokên Nibul û Zehra yên gundewarê bakurê Helebê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane ANHA'yê, di êrişa ku saet derdora 18:00'an pêk hatî de, jina bi navê Emîne Ebas El-Fîl (30) jiyana xwe ji dest da û du zarokan birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên Helebê.

Ji ber êrişan ziyanên mezin çêbûn.

ANHA