​​​​​​​Bi mûşekan êrişî Nibul û Zeharayê kirin; Kuştî û birîndar hene

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî bi mûşekan êriş birin ser bajarokên Nibul û Zehrayê yên Helebê, tê gotin ku kuştî û birîndarên sivîl hene.

​​​​​​​Bi mûşekan êrişî Nibul û Zeharayê kirin; Kuştî û birîndar hene
20 tîrmeh, 2021   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Efrîna dagirkirî bi mûşekan êriş birin ser bajarokên Nibul û Zehrayê yên gundewarê bakurê Helebê.

Her du bajarok di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ne û niştecihên wê Şîa ne.

Êrişî saet 18:00'an pêk hat. Tê gotin ku kuştî û birîndarên sivîl hene, her wiha gelek ziyanên madî çêbûn.

Rewşa herêmê niha aram e.

ANHA