Rojnameyên erebî: Qeter hewl dide Talîbanê baş nîşan bide

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa têkiliyên di navbera Qeter û tevgera Talîban de, aloziya bendava Nehdayê û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Qeter hewl dide Talîbanê baş nîşan bide
20 tîrmeh, 2021   06:12
NAVENDA NÛÇEYAN

QETER BANDORÊ LI TÊKILIYÊN WASHINGTON Û TALÎBANÊ DIKE

Rojnameya El-Ereb li ser têkiliyên Washington û tevgera Talîban wiha nivîsî: “Tevgera Talîban di hemleya têkiliyên giştî ya ji bo rêveberiya serokê Amerîkayê Jeo Biden de, behsa çareseriyên siyasî dike. Di demekê de ku hêzên wê li ser erdê serweriya gelek deveran dikin. Çavdêr dibînin ku nermbûna helwestên serokê Talîban, ji bandora Qeterê tê, ku hewl dide Amerîkayê îqna bike ku Talîban tevgereke nerme û dikare pê re danûstandinan bike.

Serokê tevgera Talîban Hîbetullah Exwendzade roja yekşemê di peyama Cejna Qurbanê de gotibû ku ruxmî pêşketin û serkeftinên leşkerî jî, lê ew piştgiriyê dide çareseriya siyasî ji bo şerê Efganstianê.

Exwendzade got, “Li şûna ku em xwe dispêrin biyaniyan, ka em pirsgirêkên xwe di navbera xwe de çareser bikin û welatê xwe ji vê aloziyê rizgar bikin.”

Çavdêr dibînin ku Talîban dizane ku ew dikare di aliyê leşkerî de bi serkeve, lê belê pêwîstiya wê bi îtîrafa navneteweyî ji bo qonaxa bê heye. Ji ber wê yekê ew hewl dide ku tevgera xwe wekî tevgereke nerm nîşan bide ku desthilatê naxwaze û amade ye ku bi neyarên xwe re li gorî peymana aştiyê li ser hikumê be. Ev xîtaba herî baş ji Amerîkiyan e.

Ji berjewendiya Qeterê ye ku Talîban wekî tevgereke nerm nîşan bide û aliyên navneteweyî û bi taybetî DYA îtîrafê pê bike. Ne dûr e ku Qeter li pişt xîtaba nû ya Exwendzade be jî. Ji ber ku guhertina wêneyê Talîban, dikeve xizmeta Qeterê wekî navbeynkarekî aştiyê yê serkeftî û dihêle ku rolên din li ser asta herêmî bilîze da ku baweriya Amerîkayê pê zêde bibe û da ku nîşan bide ku dikare tevgerên îslamî yên din ên radîkal, nerm bike.”

ETYOPYA TIJÎKIRINA BENDAVÊ CARA DUYEMÎN BI DAWÎ KIR

Têkildarî aloziya bendava Nehdayê jî, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha got: “Etyopyayê ragihand ku wê tijîkirina xezanê bendava Nehdayê cara duyemîn, bi dawî kiriye. Pirsporan ji Şerq El-Ewsat re teqez kir ku Edîs Ababa ji ber lehiyê neçar ma ku tijîkirinê bi dawî bike.

Serokwezîrê Etyopyayê Abî Ehmed duh ragihand ku tijîkirina bendavê cara duyemîn serkeftî ye û bidawîkirina tijîkirinê bi rêya hesabê xwe yê tiwîtterê pîroz kir û got, “Etyopya dê bi hêz û pêşketî be.”

DÎMENÊ LI LUBNANÊ NEZELALTIR DIBE

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de behsa rewşa Lubnanê kir û wiha nivîsî: “Li Lubnanê li gel bendewariya lidarxistina şêwirên parlamantoyê yên ji bo erkdarkirina serokekî ji bo avakirina hikumeta nû, betlaneya Cejna Qurbanê dest pê kir. Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn duşema bê wekî dema destpêkirina şêwiran diyar kir. Ruxmî ku El-Herîrî lêborîn xwest jî, lê belê ji bo avakirina hikumetê hîna navê wê yê herî zêde li pêş e.

Serokê Şepêla Pêşerojê ya Lubnanê Seed El-Herîrî got, “Ne ji serhişkiya hinekan bûya, pêkan bû ku sînorek ji têkçûna li Lubnanê re hatiba danîn.”

(cx)