ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2021'AN
19 tîrmeh, 2021   23:00

-Bi boneya Cejna Qurbanê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana goristanên şehîdan dikin, saet 07:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên ku ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ji warê xwe hatine koçberkirin têkildarî Cejna Qurbanê gotin: "Cejna me ya rastîn di derketina dagirkeran ji warên me û vegera me de ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêx Raxib Beşar El-Faris diyar kir ku Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike û eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser diparêzin. El-Faris bang li welatan, Komkara Ereban û Meclisa Ewlehiyê kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Ferhad Baqir diyar kir ku êrişa li dijî goristanan sûcekî din ê dewleta Tirk e ku li sûcên wê yên li herêmên dagirkirî zêde dibe ku divê hesab jê were xwestin. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqnas û mirovî kir ku der barê vê mijarê de lêpirsînê vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê misirî Muhsin Ewedellah diyar kir ku dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovî di dergehê sînorî yê Bab El-Hewa re ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve diyar dike ku siyaset pîvanên wê yên mirovî hikum dike. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Pisporê kar û barên siyasî yê efganî Ruhollah Omar got: "Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, ji ber ku di bin perdeya NATO`yê de ya ku welat wêran kir û gelê ku qetil kir, derbas bûye." (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Êzidiyên li Sûriyê ji ber siyaetên rejîmên desthilat rastî paşguhkirin û înkarê hatin. Lê Rêveberiya Xweser bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê maf, çand û ola êzidiyan parast û saziyên wan ên taybet vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA