​​​​​​​Lahor Şêx Cengî: Ez ji bo ewlehiya Başûr desthilata xwe radestî hevserokê duyemîn dikim

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî ku hemû desthilata wî jê hatibû standin peyamek da û got,"Ez ji bo parastina aramî û ewlehiya Başûrê Kurdistanê bi awayekî demkî desthilata xwe radestî hevserokê duyemîn dikim."

​​​​​​​Lahor Şêx Cengî: Ez ji bo ewlehiya Başûr desthilata xwe radestî hevserokê duyemîn dikim
20 tîrmeh, 2021   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî peyamek bi dîmen weşand. Di peyamê xwe diyar kir ku dest ji serokatiya lîsteya Hevpeymana Kurdistanê berdaye û wiha tîne ziman: “Ji bo parastina ewlehî, aramiya Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê min erê kir ku bi awayekî demkî desthilata xwe pêşkêşî hevserokê duyemîn bikim. Heta ku rêziknameya navxweyî tê sererastkirin. Ev jî weke riyeke çareseriya pêşîlêgirtina li wê xwîna ku li holê bû."

Lahor Şêx Cengî bersiva pirsa çima bêdengî hilbijartiye da û got: “Qet û qet baweriya min bi karanîna bi hêzê nebû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên hizbî nîn e. Li gorî min dema ku metirsî li ser herêma me û gelê Kurd hebin, divê berê çekên xwe bidin dijmin. Nabe li vê herêmê rê bê dayîn ku tu kes ji bo armacên xwe yên şexsî bixebite."

Lahor Şêx Cengî bal kişand ser mercên ku desthilata xwe radest kiriye û wiha domand: “Yekane merca ji bo radestkirinê, li polîtburoyê komîsyonek ji bo lêkolînkirin û şopandina hemû tawanbarî û propagandeya bêbingeh ên li ser hinek medya û medya dîjîtal dihatin belavkirin bê avakirin û encamên wê ji bo Meclîsa Rêveberiyê û raya giştî were belavkirin."

Lahor Şêx Cengî diyar kir ku wî dest ji serokatiya lîsteya Hevpeymana Kurdistanê ya ku YNK’ê û Tevgera Goran ji bo hilbijartina Iraqê ava kiriye, berdaye û got ku wê berpirsyartiyên xwe bide hevserok û meclîsa rêveberiyê.

Lahor Şêx Cengî di dawiya peyama xwe de bal kişand ser serweriya yasa û hikumeta Herêma Kurdistanê û got ku piştgiriya hemû karên reformê û paksaziyê dike.

Nakokiyên di navbera Bafil Talebanî û Lahor Şêx Cengî de di 8’ê Tîrmehê de destpê kirin û di 15’ê Tîrmehê de Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) hemû rayeyên Lahor jê wergirtin û dan Bafil Talebanî ku herdu hevserok bûn.