​​​​​​​`Dewleta Tirk bi vekirina gorên şehîdan sûcekî din li sûcên xwe zêde kir`

Parêzer Ferhad Baqir diyar kir ku êrişa li dijî goristanan sûcekî din e ku li sûcên dewleta Tirk a dagirker zêde dibe. Baqir bang li rêxistinên hiqûqî kir ku der barê vê mijarê de lêpirsînê vekin.

​​​​​​​`Dewleta Tirk bi vekirina gorên şehîdan sûcekî din li sûcên xwe zêde kir`
20 tîrmeh, 2021   01:46
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagikirî roja çarçema derbasbûyî 14`ê Tîrmeha 2021`ê goristana li paş avahiya dibistana amadehî ya çandiniyê ya berê ya bajarê Efrînê vekir û termê 35 şehîdan jê derxistin.

ꞌGELEK HEWLDAN LI PEY BEROVAJÎKIRINA RASTIYAN HENEꞌ

Têkildarî mijarê parêzer Ferhad Baqir destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya belavkirina van îdiayan dixwaze destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe, di heman demê de ditirse ku civaka navneteweyî vê rêveberiyê nas bike, ji ber vêyekê rastiyan berovajî dike û hewl dide Rêveberiya Xweser reş dike.

Baqir wiha dirêjî da gotina xwe:"Li kêleka vê yekê dewleta Tirk dixwaze dagirkirina xwe ya li herêmê rewa bike, ji lew re xalên wiha ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û îdiayên nerast belav dike, da ku ji cîhanê re bibêje ku ev rêveberî nikare herêmê birêve bibe. Her wiha dixwaze sûcên xwe û yên çeteyên xwe veşêre."

Baqir destnîşan kir ku ew propagandeyên derew in û ev nirxandin kir: "Delîl, wêne û dîmen belav bûn ku isbat dikin ew gor ne gorên komî ne, lê belê gorên ferdî ne ku şêniyên herêmê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nekarîn li goristanên diyar veşêrin. Ji ber wê li wê herêmê veşartine."

Baqir bang li rêxistinên hiqûqî kir ku komîteyeke dadwerî ava bikin, da ku rastiyan û sûcên dermirovî yên kuştin, revandin û îşkencekirin, talankiria xweza û milkên giştî û guhertina demografî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkerî pêk tînin, eşkere bikin.

ꞌVEKIRINA GORAN, SÛCEKÎ DIN E Û LI SÛCÊN DAGIRKERIYA TIRK ZÊDE DIBEꞌ

Parêzer Ferhad Baqir piştrast kir ku dewleta Tirk hîn jî li herêmên dagirkirî sûcan pêk tîne û mafên mirovan bin pê dike û li ser van kiryaran divê hesab jê were xwestin.

Bagir diyar kir ku gelê herêmê bi durûtiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk rû bi rû mane û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku lêpirsînan vek û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bixwaze.

Di dawiyê de parêzer Ferhad Baqir ev xal rêz kirin:"Êrişa li dijî goristanan sûc e û nabe tu alî maf û rûmeta miriyan bin pê bikin. Ev jî sûcekî din a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye ku li sûcên wê yên li herêmên dagirkirî zêde dibe."

Li gorî rêgezên taybet ên parastina milkên çandî di dema şer de yên lihevkirina Lahay a sala 1899`an û 1907`an madeya yekemîn a lihevkirina Washingtonê ya 15`ê Nîsana 1935`an, ji bilî rewşên pêwîst, nabe dewleteke dagirker milkên taybet ên kesan an jî koman an jî dewletan an jî milkên giştî yan jî milkên rêxistinên civakî yan kooperatîfan ên xwedî girîngiyeke mezin û girêdayî çanda gelan e mîna avahiyên hunerî û dîrokî, olî û cihên dîrokî wêran bike.

Lê dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike, li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bêdeng e. Ji ber wê dewleta Tirk sûdê ji vê dengiyê digire û siyasetên li gorî berjewendiyên xwe dide meşandin û zirarê digihîne dewletên cîran.

(eh)

ANHA