Koçber: Derketina dagirkeran ji warên me cejna me ye

Şêniyên ku ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ji warê xwe hatine koçberkirin têkildarî Cejna Qurbanê gotin: "Cejna me , derketina dagirkeran ji warên me û vegera me ye."

Koçber: Derketina dagirkeran ji warên me cejna me ye
Koçber: Derketina dagirkeran ji warên me cejna me ye
Koçber: Derketina dagirkeran ji warên me cejna me ye
Koçber: Derketina dagirkeran ji warên me cejna me ye
Koçber: Derketina dagirkeran ji warên me cejna me ye
Koçber: Derketina dagirkeran ji warên me cejna me ye
Koçber: Derketina dagirkeran ji warên me cejna me ye
19 tîrmeh, 2021   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN

4 cejnên qurbanê di ser koçberbûna şêniyên Efrînê ji warên xwe re derbas bû. Li gel topbarana domdar a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve di rewşên jiyanî yên dijwar re derbas dibin.

Welatiyê bi navê Umer Dawûd got: "Piştî ku em ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derketin û koçberî Şehbayê bûn, em rastî gelek zehmetiyên jiyanî hatin. Ji wê demê ve em nema coşa cejn û boneyan hîs dikin."

Dawûd bang li rêxistin û aliyên mirovî dikin ku dorpêça li ser koçberên Efrînê rakin û wiha domand: "Cejna Qurbanê hat û em dûrî xaka xwe ne. Ji ber dorpêça ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve li ser me tê ferzkirin û ji ber bihabûnê me nikarîbû pêwîstiyên cejnê û cilan ji zarokên xwe re bikirin."

`DORPÊÇ DERFETÊ NADE CEJNÊ`

Têkildarî dorpêçê, cilfiroşê bi navê Bedirxan Xelûf ev tişt got: "Li kantona Şehbayê koçberên Efrînê bi cih bûne. Ew jî di nava dorpêçê de ne ku hikumeta Şamê li herêmê ferz kiriye. Ji ber wê jî kelûpel buha ne û welatî nikarin pêwîstiyên zarok û malbatên xwe bi cih bînin."

Xelûf diyar kir ku cilûberg ji derveyî herêmê tên, ev yek bandor li buhayên wan dike ku duqat û hin caran sêqat zêde dibin û got: "Heta ji destê me were em hewl didin alîkariya şêniyan bikin, rêjeya qezencê kêm bikin û li gorî şertûmercên şêniyan kelûpelan bifroşin wan."

EV DU SAL IN COŞA CEJNÊ LI CEM KOÇBERÊN GIRÊ SPÎ WINDA YE

Ev du cejin in ku koçberên Girê Spî kêfxweşiya cejnê nabînin piştî ku bajar û gundewarên wê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de hat dagirkirin ku di encamê de şênî ji warê xwe koçber bûn.

Koçbera bi navê Ewiş El-Salim a gundê El-Xerîca yê kantona Girê Spî got: “Piştî dagirkirinê rewşa me ya aborî gelek dijwar bû. niha em koçber bûne, hevserê min bê kar e, ji ber wê em nikarin pêdiviyên xwe bikirin.”

Zaroka bi navê Hela Mihemed jî ev tişt anî ziman: "Bavê min nikarî cilê cejnê ji min re bikire. Ez dixwazim ku dagirker ji xaka me derkevin û em vegerin Girê Spî."

`EM DÛRÎ BAJARÊ XWE BIN CEJIN TUNE YE

`

Koçberê bi navê Ehmed El-Hesen got, gelo çawa bi hatina cejnê re kêfxweş bin û xaka wan hatiye dagirkirin, dagirker û çeteyên wê bi mal û milkên wan dilîzin û wiha pêde çû: "Di nava rewşên koçberiyê de ku em bi zorê debara jiyana xwe peyda dikin, me nekarî zarokên xwe bi hatina cejnê re kêfxweş bikin."

El-Hesen behsa hevkariya civaka navneteweyî ya bi dewleta Tirk re kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bi bi navê pêşkêşkirinaalîkariyan ji koçberan re, pereyan didin dewleta Tirk, dewleta Tirk jî bi wan pereyan çekan dikire û me topbaran û koçber dike."

Di dawiyê de Ehmed El-Hesen got, ne kêf û ne cejin tune ye ku ew dûrî bajarê xwe ne û xaka wan hatiye dagirkirin.

(bx)

ANHA