Salvegera Şoreşa Rojava li Şamê hate pîrozkirin

Şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir.

Salvegera Şoreşa Rojava li Şamê hate pîrozkirin
19 tîrmeh, 2021   16:43
ŞAM

Bi boneya salvegera 9'emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, bi sedan şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê şahiyek li dar xist. Qada şahiyê bi wêneyên şehîd û Rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

/ar/uploads/files/2021/07/19/162041_sam-19temuz-28229.webp

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Taxa Zorava Berçem Yûsif salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li YPJ, YPG û QSD`ê û tevahiya gelê Sûriyê pîroz kir û got:"Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd ê li Sûriyê û tevahiya gelê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi saya berdêlên şehîdan hatine rizgakirin zayîneke nû ye."

Komên govendên floklorî berhemên xwe pêşkêş kir û çend stran hatin gotin, beşdaran jî govend gerandin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l1yDzFjANVI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>