Şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî li Tebqayê hate veşartin

Şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî li Tebqayê hate veşartin
Şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî li Tebqayê hate veşartin
Şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî li Tebqayê hate veşartin
Şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî li Tebqayê hate veşartin
Şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî li Tebqayê hate veşartin
Şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî li Tebqayê hate veşartin
Şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî li Tebqayê hate veşartin
18 tîrmeh, 2021   16:10
TEBQA

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, di nav de nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî cenazeyê şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî li goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. Ednan El-Mirî di 15'ê Tîrmehê de dema li ser erka xwe bû li navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û toraneke leşkerî ji aliyê QSD'ê ve hate lidarxistin.

Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endamê meclisê Mihemed Ereb û bi navê meclisên leşkerî, hevserokê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Ebdulqadir El-Xidir sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan û domandina parastina herêmê dan.

Di berdewama merasîmê de, bi navê Meclisa Rêveber a Tebqayê hevserokê meclisê Mezlûm Omer jî wiha got: "Di oxira rizgarkirina gel û xaka xwe de me bi hezaran şehîd dan, em radest nabin, em ê li ser soza xwe bin a ku me bi şehîdan re daye. Em nameyekê ji Erdogan ê dîktator re dişînin û jê re dibêjin ku hûn çi bikin em paşde venagerin û heta serkeftinê û têkbirina terorê em ê şehîdan bidin."

Piştî axaftinan, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Foza El-Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên "Şehîd namirin" de hate veşartin.

ANHA