YPG: Em ê şoreşa xwe û gelê xwe biparêzin!

Fermandariya Giştî ya YPG`ê di salvegera destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê de soza parastina şoreşê û gel û rizgarkirina herêmên dagirkirî nû kir û got, “Em ê armancên şehîdên leheng bi welatekî azad û demokratîk tacîdar bikin.”

YPG: Em ê şoreşa xwe û gelê xwe biparêzin!
18 tîrmeh, 2021   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 9`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku sala 2012`an çirûska wê li Kobanê pê ket û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek da.

YPG`ê salvegera şoreşê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêber Abdullah Ocalan û şehîdan pîroz kir û diyar kir ku ew ê xeyal û armancên şehîdên leheng bi welatekî azad û demokratîk tacîdar bikin.

Dauxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG`ê wiha ye:

 “Şoreşa 19`ê Tîrmehê di salvegera 9 emîn de li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, gav bi gav pêş dikeve û ji bo hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê dibe çavkaniya hêviyê. Ruxmê hemû êrişên paşverû û dagirker, gelê herêmê xwedî li şoraşa xwe derdikeve û şoreşa Rojava roj bi roj li ser hîmê neteweya demokratîk, ji bo krîza Rojhilata Navîn dibe alternatîfeke razber.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê, ji avabûna xwe heta niha li hember paşverûtiya DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîn û berxwedaneke dîrokî raber kir. Wekî hemû ezmûnên şoreşan bi berdelên pir giran û bi xwîna şehîdên leheng şoreş hat avakirin û parastin. Îro jî li hember şoreşa me êrişên paşverû û dagirker ji her alî ve berdewam dikin. Terora DAIŞ’ê her çiqas di aliyê erdnîgarî de hatibe tunekirin jî, bi faaliyet û çalakiyên xwe yên terorî ve hewl didin ku aramiya herêmê xirab bikin. Her wiha hevkarê wan dewleta dagirker a Tirkiye jî, ji bo tola DAIŞ’ê ji gelên herêmê hilde, êrişên xwe yên dagirkeriyê berdewam dike. Di bin şert û mercên wisa de gelê herêmê ji azadî û demokrasiya xwe tavîz nade û ruxmî berdelên giran, şoreşa xwe diparêze.

Em wekî Yekineyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê sozdariya xwe ya parastina şoreşa xwe û gelê xwe dubare dikin û mîsoger dikin ku xeyal û armancên şehîdên me yên leheng bi welatek azad û demokratîk tacîdar bikin. Em îdeaya rizgarkirina bajarên xwe yên dagirkirî, Efrîn Serêkaniyê û Girê Spî dubare dikin û em soza rizgarkirina van devaran ji pencên dagirkeriyê nû dikin.

Em bi boneya vê roja dîrokî ku di heman demê de salvegera avabûna yekineyên me ye jî, şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê, di serî de li Rêberê Gelê Kurdistanê Rêber Apo re, şehîdên xwe û gelê xwe re pîroz dikin.”

(cx)