Di êrişên hêzên Efganistanê de 53 endamên Talîban hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Efganistanê ragihand ku duh di êrişên hewayî û şer de li Efganistanê herî kêm 53 endamên Talîban hatine kuştin û 38 birîndar bûne.

Di êrişên hêzên Efganistanê de 53 endamên Talîban hatin kuştin
18 tîrmeh, 2021   12:22
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Efganistanê îro bi daxuyaniyekê wiha got: “Li kantona Kabîse ya rojhilat di êrişên hewayî yên hêzên Efganistanê yên li dijî deverên Taxib û Nicrabê de, 18 çekdar hatine kuştin û 24 birîndar bûne, ku ji kuştiyan 3 fermandarên Talîban in.”

Wezaretê ragihand k  di operasyonên hêzên Erkaxweparastinê de li paytexta kantona Helmend a başûr Leşkergeh de, 20 çekdarên Talîban hatine kuştin û 8 birîndar bûne. Her wiha diyar kir ku li kantona Belex a bakur jî di êrişên hewayî yên hêzên hewayî yên Efganistanê de li herêma Kaldar 15 çekdarên Talîban hatine kuştin û 6 birîndar bûne.

Di daxuyaniya wezaretê de hate eşkerkirin ku di êrişên dawîn de erebeyek girêdayî çekdarên Talîban û hejmareke mezin a çek û cebilxaneyê, hatine teqandin.

(cx)