Li Minbicê dewreyek nû ya hêzên Erkaxweparastinê bi dawî bû

Akademiya şehîd Serkeft Azad, bi merasîmekê de dewreyek nû ya hêzên Erkaxweparastinê bi dawî kir.

Li Minbicê dewreyek nû ya hêzên Erkaxweparastinê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyek nû ya hêzên Erkaxweparastinê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyek nû ya hêzên Erkaxweparastinê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyek nû ya hêzên Erkaxweparastinê bi dawî bû
Li Minbicê dewreyek nû ya hêzên Erkaxweparastinê bi dawî bû
18 tîrmeh, 2021   11:49
MINBIC

Akademiya şehîd Serkeft Azad, bi beşdarbûna malbatên şervanan û fermandariya nivîsgehên Minbic, Tebqa û Kobanê, dewreya xwe ya 11 a hêzên Erkaxweparastinê bidawî kir.

Dewreya ku bi navê şehîd "Şervan Qamişlo" hat vekirin, 214 şervanên hêzên Erkaxweparastinê ji gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevlê bûn û 46 rojan dom kir.

Merasîma bidawîkirina dewreyê, bi toranek leşkerî ji hêla şervanan ve hate destpêkirin. Piştre ji fermandarên akademiyên hêzên Erkaxweparastinê, Îbrahîm Sofî axivî û ew dewre li şervanan pîroz kir.

/ar/uploads/files/2021/07/18/103242_abrahym-swfy.webp

Îbrahîm Sofî bal kişand ser salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê û got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bajarê Kobanê heya Dêrikê dest pê kir. Îro em li ser bingeha destkeftiyên vê şoreşê dimeşin, di vê şoreşê de me zêdeyî 12 hezar şehîd û 25 hezar birîndar da."

/ar/uploads/files/2021/07/18/103308_abrahym-mhmd-albry.webp

Yek ji rûspiyên eşîrên navçeya Sirînê şêx Îbrahîm Mihemed El-Berî jî got: "Hêzên me di têkbirina terorê de, serkeftin bidest xistine û hemû cîhan şahidê vê yekê dike."

Di dawiya merasîmê de, şervanan sond xwarin û soza parastina destkeftiyên şoreşê û parastina mafên jinan dan.

Hêjayî gotinê ye ku Şervan Qamişlo dema li Qamişlo bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bû.

(dx)

ANHA