Li Idlibê 7 kesan jiyana xwe ji dest da

Hêzên hikumeta Şamê bajarokê Ehsem ê li çiyayê El-Zawiyê ya gundewarê Idlibê hedef girt. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn.

Li Idlibê 7 kesan jiyana xwe ji dest da
18 tîrmeh, 2021   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bajarokê Ehsem ê li çiyayê El-Zawiyê ya gundewarê başûrê Idlibê hedef girt.

Di encamê de 4 jin û 3 zarok jiyana xwe ji dest dan, her wiha 9 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li Idlibê hejmara kesên ku di 24 saetên dawî de jiyana xwe ji dest danem bi giştî gihîşt 13 kesan.

(dx)