Li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê hemleyên paqijiyê

Meclisa bajarê Qamişlo, Dêrikê û meclisa navçeya Girkê Legê bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, dest bi însiyatîfa paqijkirina herêmê kirin.

Li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê hemleyên paqijiyê
Li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê hemleyên paqijiyê
Li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê hemleyên paqijiyê
Li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê hemleyên paqijiyê
Li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê hemleyên paqijiyê
18 tîrmeh, 2021   11:15
 QAMIŞLO

Însiyatfî bi hevkariya di navbera meclisa navçeya Dêrikê û meclisa navçeya Girkê Legê û meclisên herêmî û saziyên sivîl ên kantona Qamişlo de, hate destpêkirin.

Însiyatîfê vê sibehê dest pê kir û bi dehan endamên meclisan û xebatkarên şaredariyê beşdarê bûn.

Beşdarên însiyatîfê gemar û bermahî ji taxa Şehîd Xebat û taxa Sor ên Dêrikê rakirin, da ku li gel bilindbûna pileyên germahiyê û zêdebûna bêhna genî, bajar paqij bimîne.

/ar/uploads/files/2021/07/18/095658_mhmd-abdalrhym.webp

Armanc ji însiyatîfê ew e ku kolanên sereke û sûk bên paqijkirin. Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm têkildarî însiyatîfê wiha axivî: “Bi hatina salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, meclisa herêmê û navçeyê gelek çalakî wekî şahî û civînên bi şênî û komînan da destpêkirin. Her wiha me roja 18`ê Tîrmehê ji bo hemleyên paqijiyê veqetand.”

Yek ji beşdarên însiyatîfê Şêrîn Ebdo jî bang li şêniyan kir ku li xweşikî û paqijiya bajêr baldar bin û çanda paqijiyê bi pêş bixin.

Li Qamişlo jî, îro meclisa bajêr bi hevkariya bi şaredariyê re heman însiyatîf ji pêşniya navenda meclisê ya li rojhilatê bajêr, da destpêkirin. Endamên Şaredariya Qamişlo û meclisa bajêr beşdarî însiyatîfê bûn.

/ar/uploads/files/2021/07/18/095643_hsnh-rmw.webp

Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Hesne Remo got: “Bi hatina salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, me dest bi hemleya paqijiyê kir.”

Hesne destnîşan kir ku dê însiyatîf bajêr û navçeyên wê bigire nava xwe.

(cx)

ANHA