Rêveberiya Xweser: Şoreşa 19`ê Tîrmehê guhertina demokratîk li Sûriyê esas girt

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê xwe spart girîngiya guhertina demokratîk li Sûriyê, pêşxistina rêveberiya civakê, parastina yekitiyê wê û pêşxistina sîstemeke nenavendî li Sûriyê.

Rêveberiya Xweser: Şoreşa 19`ê Tîrmehê guhertina demokratîk li Sûriyê esas girt
18 tîrmeh, 2021   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera destpêkirina Şoerşa 19`ê Tîrmehê, li ser hesabên xwe yên fermî li ser medya dijîtal daxuyaniyek parve kir.

Rêveberiya Xweser di dauxyaniya xwe de salvegera şoreşê li gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û piştrast kir ku ew ê li ser rêgezên şoreşê bimeşe.

Her wiha Rêveberiya Xweser bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku nebin dûvikê kesî û ji bo xizmeta Sûriyê û gelê wê kar bikin û wiha lê zêde kir: “Wekî Rêveberiya Xweser em amade ne ku hevkariyê bi hemû aliyên nîştimanî yên Sûriyê re bikin, yên ku bi îsrar in ku li Sûriyê edalet, demokrasî û îstiqrar pêk bê, dagirker bên qewitandin, herêmên dagirkirî bên rizgarkirin û yên ku baweriya wan bi yekitiya xak û civaka Sûriyê heye."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “Sûriye, ji serdema Baasê de ji ber sîstema desthilatdar a navendî azar kişand. Piştî bi dehan salan ji dûrxistin û înkarkirina gelê Sûriyê, vê rejîmê welat gihand rewşeke tevlîhev û aloz. Ji ber wê yekê ji beriya 10 salan ve, welatiyên Srûriyê rewşeke zehmet dijîn. Her wiha teror û dagirkerî bi pêş ketin û Sûriye veguherî qada şerê cîhanê yê sêyemîn, ku xewnên welatiyên Sûriyê yên guhertin û demokrasiyê bi ber bayê xistin. Nexasim ku çareserî û îstiqrar nayê pêkanîn û Sûriyê veguheriye qadeke ajandeyên herêmî û navneteweyî.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012`an ji Kobanê dest pê kir û belavî hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Vê şoreşê xwe spart girîngiya guhertina demokratîk li Sûriyê, pêşxistina rêveberiya civakê, parastina yekitiya civakê bi rêya projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk, ku bingeha vê şoreşa demokratîk e. Vê projeyê bi pirrengî û cihêreniya heyî hişt ku jiyana hevbeş bê pêkanîn û misogerkirin. Şoreşê her wiha girîngyia guhertina aştiyane û pêkanîna xeyalên gelê Sûriyê bê cudakarî û pêşxistina sîstemeke nenavendî li Sûriyê ya altrnatîf ji xwe re esas girt.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Şoreşa 19`ê Tîrmehê wekî şoreşeke civakî xwe dûrî destwerdana şerê desthilatdariyê xist. Pêkhateyên gelê me ji bo Sûriyeke demokratîk ya yekbûyî, xeta têkoşînê esas girt û hemû îhtimalên din red kir. Mixabin rejîma Sûriyê û hêzên ku xwe wekî opozîsyon bi nav dikin, bi pey wan îhtimalên din ketin, îro jiî dûrî xizmeta Sûriyê û gelê wê ne, her wiha proje û planan amade dikin ku çareserî û îstiqrarê asteng dike û azarên gelê Sûriyê zêdetir dike. Şoreşa 19`ê Tîrmehê xala guhertinê bû ku bi rêya hevgirtin, biratiya gelan û pêşxistina sîstema demokratîk ku destpêkê Rêveberiya Xweseriya Demokatîk û piştre Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, pêdiviya gelê me û pêdiviya tevahî gelê Sûriyê nîşan da. Bi rihê şoreşa azad, şoreşa biratiya gelan û piştî çend salan ji aloziya Sûriyê, gelê me sîstemeke cihê ava kir, wê sîstemê faktorên yekitiyê parast, rê li pêşketina terorê girt, DAIŞ tune kir û rola pêşeng û girîng a jinan di civakê de vegerand.

Bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em salvegera şoreşê li tevahî pêkhateyên gelê xwe pîroz dikin. Em piştrast dikin ku em ê li ser armanc û rêgezên vê şoreşa azad û demokratîk û rêya şehîdan bin. Em di parastina destkeftiyên gelê xwe de ku bi fedekariyên mezin ên pêkhateyên gelê me hatine bi destxistin, bi îsrar in. Em bi vê boneyê piştrast dikin ku em ê heta rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û vegera koçberan ji warê xwe re, kar bikin.

 

Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê û hêza wê ya ku ji vîna gelê têkoşer girtiye, em ê bigihêjin hemû armancên xwe û çawa ku me di salên borî de li dijî DAIŞ û hemû planên qirkirin û tasfiyekirinê bi serketin, em ê her tim bi ser bikevin. Em bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku bibin yek û projeya biratiya gelan biparêzin ji ber ku ew riya hêza me hemûyan e.

Her wiha em bang li aliyên Sûriyê dikin ku ji bo pêkanîna edalet, demokrasî û rizgarkirina herêmên dagirkirî bixebitin. Di heman demê de, bang li hemû aliyan li Sûriyê dikin ku nebin dûvikê kesî û xizmeta Sûriyê û gelê wê kar bikin. Em wekî Rêveberiya Xweser amade ne ku bi her aliyek niştimanî ya Sûrî re ku ji bo pêkanîna edalet, demokrasî û ewlehiya li Sûriyê dixebite, ji bo derxistina dagirkeriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî û baweriya xwe bi girîngiya yekbûna erdîngarî û civaka Sûriyê bawer dike, hevkar û xebatê bikin.

Em wekî Rêveberiya Xweser helwesta me ji çareseriya li Sûriyê li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî ye û em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku heremên Bakur û Rojhilata Sûriyê wekî herêmên Sûriyê yên ne veqetandî nas bike. Em helwesta xwe der barê girîngiya çareseriya li Sûriyê li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî nû dikin û hemû siyasetên ku li Sûriyê ji hêla hin aliyan ve têne meşandin şermezar dikin. Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar dikin ku mijaran ji hevdu cûda bike û herêmên me wekî herêmên din ên Sûriyê nas bikin û wate bide xwesteka gelê me ya bi xwe rêvebirinê di nav tevlihevî û wêraniya li Sûriyê de."

(cx-dx)