Li gundewarê Dêrazorê bûyerên kuştina sivîlan dewam dikin

Li derdorê çola bajarokê El-Kesra yê Dêrazorê cenazeyê ciwanekî kuştî hate dîtin. Kesên nenas jî li bajarokê El-Şihêl erebeyek kirin hedef, di encamê de kesek hate kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.

Li gundewarê Dêrazorê bûyerên kuştina sivîlan dewam dikin
18 tîrmeh, 2021   07:45
DÊRAZOR

Duh li nêzî cihên petrolê li derdora çola bajarokê El-Kesra yê rojavayê Dêrazorê ciwanê bi navê Ehmed El-Kurdî kuştî hate dîtin.

Her wiha duh li bajarokê El-Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê kesên nenas gule li erebeya Dawûd El-Dibêcan rewşandin, di encamê de El-Dibêcan hate kuştin û 2 kesên din ên pê re bi giranî birîndar bûn û ji bo dermankirinên rakirin nexweşxaneyê. Kesên ku gule reşandine reviyan.

El-Dibêcan ku endamê komîna mecliseke herêmî bû li herêmê, beriya niha jî rastî hewldana kuştinê hatibû.

Ehmed El-Kurdî ciwanê duyemîn e ku di vê mehê de tê kuştin, di 25`ê Hezîrana borî de jî cenazeyê ciwanê bi navê Mihemed El-Ezawî li derdora çola gundê El-Hîmar ê rojavayê Dêrazorê, kuştî hatibû dîtin.

(cx)

ANHA