Xalid Îbrahîm: Vekirin û girtina dergehên sînorî veguheriye mijareke siyasî

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan a Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm têkildarî biryara girtina dergeha Til Koçerê got: "Ev biryar bazirganiyeke siyasî li ser hesabê dosyaya mirovî ye."

Xalid Îbrahîm: Vekirin û girtina dergehên sînorî veguheriye mijareke siyasî
18 tîrmeh, 2021   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Bi siyaseteke lihevkirî ya bi dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê û hevkariya civaka navneteweyî re, dergeha Til Koçerê bi vetoya Rûsya-Çînê ji destpêka 2020’an ve hat girtin. Lê tevî bangên dubare yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara girtina dergehê di civîna NY’yê ya 9’ê Tîrmeha 2021’an de dubare bû.

Parêzer û Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan a Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm wiha got: "Rewşa sûriyan gihiştiya asta ku banga dabînkirina pariya nan dikin. Mixabin li şûna axaftin li ser çareseriya krîza Sûriyê were kirin, niha axaftina li ser çawaniya vekirina dergehê û girtina dergeheke din a ji bo derbaskirina alîkariyan ji şêniyên herêmê re tên kirin. Tevî ku mîsaq û qanûnên navneteweyî û mirovî yên têkildarî çawaniya gihandina alîkariyan ji herêmê re û divê neyên polîtîzekirin eşkere ne."

Îbrahîm diyar kir ku heke dewletên garantor, Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî û hêzên destwerdanê li Sûriyê dikin li şûna mijara dergehan, mijara çareserkirina krîza Sûriyê nîqaş bikirana, dê çaresereyek peydakiribana.

Îbrahîm da zanîn ku vekirin û girtina dergehên sînor veguherî mijareke siyasî û dewletên destwerdanê li Sûriyê dikin di vê mijarê de bazarî  û lihevkirinan îmze dikin. Îbrahîm têkildarî vê yekê wiha axivî: "Li gorî bazariyên di navbera hêzên destwerdanê li Sûriyê dikin û NY’yê de dergehê Bab El-Hewa yê di bin serweriya komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk de hat vekirin. Li beramber wê jî careke din nehiştin dergehê Til Koçerê li pêşiya şêniyên herêmê yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê koşiyan û niha li dijî wan û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê dikoşin, were vekirin."

Îbrahîm bal kişand ser rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Ev herêmên li Sûriyê yên herî ewle û aram in. Ji lew re bi deh hezaran şêniyan ji tevahî herêmên Sûriyê ji ber şerên di navbera hêzên hikumeta Şamê, komên çete û DAIŞ’ê de berê xwe da van herêman û Rêveberiya Xweser jî deriyên xwe ji van koçberan re vekirin û li gorî derfetên heyî alîkarî pêşkêş dike."

Îbrahîm da zanîn ku bi dehan rêxistinên mirovî û yên girêdayî NY’yê hene, lê ji ber polîtîzekirina dosyaya alîkariyan nikarin alîkariyên pêşkêşî şêniyên herêmê bikin û wiha pê de çû: "Bo nimûne, li gorî axaftinên berpirs û nûnerên van rêxistinan de, di encama fişarên siyasî yên Rûsya, hikumeta Şamê û hin dewletên herêmê de nûnerên rêxistinên NY’yê nikarin serdana kampên Serêkaniyê û Waşûkanî bikin. "

‛LI SER HESABÊ DOSYAYÊN MIROVÎ, HEVKÊŞEYÊN SIYASÎ TÊN AVAKIRIN’

Li ser vê yekê Xalid Îbrahîm wiha anî ziman: "Li ser hesabê dosyayên mirovî hevkêşeyên siyasî tên avakirin. Li herêmê zêdetirî 5 milyon mirovî dijîn û tê de 12 kamp hene, girtina dergehê Til Koçer bandoreke neyênî ya mezin li rewşa debarê ya li herêmê, bi taybet li ser koçberan kir. Lê berdewama girtina wê dê bi xwe re gelek bandorên neyênî li rewşa mirovî bîne, bi taybet digel qutkirina ava çemê Firatê, qutkirina ava stasyona Elokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, ziwabûn îsal a li herêmê, bandorên Qanûna Qeyser û pandemiya vîrusa Koronayê."

ASTENGIYÊN LI BERAMBERÎ RÊVEBERIYA XWESER

Li gorî Nivîsgeha Karûbarên Penaber û Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek astengî li hember Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, ji van astengiyan; girtina dergehê Til Koçer  ji hêla NY’yê ve, qutkirina ava stasyona Elokê li ser Til Temir, Hesekê û bi deh hezaran koçberên Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dagirkeriya Tirk û komên girêdayî wê ve, derketina gelek rêxistinan di encama êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê yên di 9’ê Cotmeha 2019’an de, nepêkanîna NY’yê ya berpirsiyarên xwe li hember kamp û navendên bicihbûna koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.

Li aliyekî din jî, girtina dergehê Til Koçerê ku dergehê sereke ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bandoreke neyênî li dabînkirina şîrê zarokan û peydakirina dermanan ji nexweşên giran re kir.

Îbrahîm fikarên xwe ji tunebûna ewlehiya xwarinê li herêmê anî ziman û wiha lê zêde kir: "Tevahî dizanin ku alîkariyên navneteweyî ji bilî dergehên fermî yan jî bi rêya hikumetan neyên pêşkêşkirin û alîkariyên ji hikumeta Şamê re tên şandin ku ji herêmê re pêşkêş bike nagihînin herêmên me. Ji ber ku ji hêla siyasî ve tê îstismarkirin."

HIN BANDORÊN GIRTINA DERGEHÊ TIL KOÇERÊ

Xalid Îbrahîm behsa xebata derbasbûna alîkariyan bi rêya dergehê Bab El-Hewa kir, ku di bin serweriya komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk de ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em ne li dijî gihandina alîkariyan ji gelê Sûriyê re ne, lê belê derbaskirina alîkariyan bi rêya dergehê Bab El-Hewa ku di bin serweriya Tirkiyê û komên terorîst de ye nîşaneya rewakirina wan koman û rewakirina dagirkeriyê ye."

Li gorî raporên navneteweyî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî milyonek û 800 hezar kesî sûd ji alîkariyên tenduristî yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO)re digirt, ku piştgirî dida 50 rêxistinên tenduristiyê yên li herêmê. Lê bi girtina dergehê Til Koçerê re dê ev alîkarî bi rêjeya ji sedî 70’î kêm bibe.

Li gorî rêxistinên peywendîdar û Xalid Îbrahîm, pêdiviya zêdetirî milyonek zarok bi alîkariyên xwarinê heye, bi taybetî şîr û dermanan û dê rawestandina van alîkariyan bi xwe re karesateke mirovî ji bo şêniyên herêmê bîne.

Îbrahîm teqez kir ku li gorî raporên navneteweyî û NY’yî, sendoqa mirovî ya di sînoran re derbas dibe 26,8 milyon dolar ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re veqetandibûn, bi berdewamkirina girtina dergehê Til Koçerê re dê ev piştgirî jî were rawestandin.

Dê girtina dergehê Til Koçerê her wiha bandorê li piştgiriya ku rêxistinan ne hikumî ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şêniyên herêmê pêşkêş dikirin re jî, bike.

Biryara girtina dergehê Til Koçerê dualîteya dewletên Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî û polîtîzekirina alîkariyan nîşan dide. Naveroka biryara NY’yî ya Sibata 2014’an a bi hejmara /2139/ ku di rûniştina 7116’an ya têkildarî gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re hate girtin, piştî erêkirina tevahî endamên meclisê ku 15 endam in, wiha ye; divê tevahî alî, nexasim hikumeta Sûriyê pêngaviyê bide hewldanên NY’yî, wekaletên girêdayî wê û tevahî aliyên mirovî yên aktîv, ku bi awayekî yekser alîkariyên mirovî pêşkêşî xelkê Sûriyê yê zirar dîtiye.

(fr)

ANHA