Şahidên veşartina şehîdan îdiayên dewleta Tirk derewandin

Şahidên ku dema şehîdên Berxwedana Serdemê li nêzî nexweşxaneyê veşartin, îdiayên Tirkiyê ya dîtina"goreke komî" derewandin û diyar kir ku ew cenazeyên zarokên  bajêr û şervanên ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe dan.

Şahidên veşartina şehîdan îdiayên dewleta Tirk derewandin
18 tîrmeh, 2021   07:03
QAMIŞLO

Bi dagirkirina Efrînê re, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dike.

Beriya çend rojan dezgehên ragihandina Tirkiyê dîmenek belav kir ku tê de çend çeteyên dagirkeriya Tirk goristanên şehîdan ên li Efrîna dagirkirî vedikin. Dezgehên ragihandinê yên Tirkiyê goristana şehîdan, wekî "gorên komî "nîşan dan.

Têkildarî mijarê dayîka şehîd Nûredîn, Şemsêxan Gulo ku kurê wê di Berxwedana Serdemê de gihaşt asta şehadetê axivî û got: "Beriya bajar dagir bibe bi çend rojan, dema min serdana gora kurê xwe şehîd Nûredîn kir ku li goristana şehîdan a bajarê Efrînê bû, ji ber topbarana artêşa Tirk  a dagirker, tiştek ji gorê nemabû. Ev jî isbat dike ku dîroka Tirkiyê ya bi tundirê re demdirêj e û heta roja îro jî vê siyaseta xwe berdewam dike."

Şemsêxan Gulo wiha dewam kir:" Kiryarên hovane yên rejîma faşîst a Tirkiyê gihaşt asta ku êrişî cenazeyên şehîdên me bike. Her wiha vekolandina gorên şehîdên me ji aliyê çeteyan ve, kiryarekî bêexlaqî ye."

ꞌME CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN XWE BI DESTÊN XWE VEŞARTINꞌ

Têkildarî îdiayên dagirkeriya Tirk ên dîtina"Goreke komî" ya li Efrînê û tawanbariya li dijî YPG`ê, Şemsêxan Gulo ev yek derewandin û got: "YPG`ê dûrî van tawanbariyan e, çawa dikare komkujiyekê li dijî hêz û gelên xwe pêk bîne."

Şemsêxan diyar kir ku cenazeyên di dema vekirina çeteyan a gorên şehîdan de derketine, cenazeyên kurên wan bûn ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn û wiha dewam kir: "Me cenazeyên şehîdên xwe bi destên xwe spartin axê."

Bavê şehîd Can Welat, Mihyedîn Hesen axivî û anî ziman ku ew şahidê veşartina şehîdên YPG û şêniyên Efrînê bû dema ku wan li qada li kêleka nexweşxaneya Efrînê veşartin, lê dewleta Tirk îdia dike ku ev goreke komî ye û wiha domand:" Artêşa Tirk a dagirker beriya bajêr dagir bike, welatî dorpêç kir, me jî bi armanca piştgiriya welatiyan serdana Efrînê kir û di wê demê de dagirkeriya Tirk bajar tobparan kir. Di encamê de gelek şervan û şêniyên bajêr şehîd bûn, lê ji ber dorpêçê me nekarî şehîd li goristanê veşêrin û em neçar man ku em wan li qada piştî nexweşxaneyê veşêrin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GpK9VszCJoI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

ꞌCENAZEYÊN KEFENKIRÎꞌ                                    

Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide navê YPG`ê xirab bike û ev nirxandin kir: "Dîmenê ku li ser dezgehên çapemeniya Tirkiyê hate belavkirin, tê de cenazeyên kefenkirî diyar dibe, ger ev wekî ku Tirkiyê îdia dike ku gorên komî ye, çawa dibe ku cenaze kefenkirî bin?."

 

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl da zanîn ku dewleta Tirk di talankirin û dagirkeriyê de sînorê xwe derbas kir û gihaşt asta ku li pêşberî çavên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan goristanên şehîdan vekolin.

Mihemed Cemîl bi vê xalê dawî li gotina xwe anî: "Divê rêxistinên mafên mirovan li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yên li hemberî goristanên şehîdên me yên li Efrînê helwestekê nîşan bidin."

Li aliyekî din dayîka şehîd Rêwan, Şeha Osman bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê pêk tîne û herî dawî vekirina goristanên şehîdan şermezar kirin û got: "Bêdengiya navneteweyî isbat dike ku civaka navneteweyî dûrî mirovahî û erkên xwe yên dîrokî ketiye".

Dayîka şehîd Rêwan, daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar şermezar kirin ku îdia kiribû ku sûc li Efrînê nayê kirin û wiha dewam kir:" Kiryarên ku Tirkiyê îro li Efrînê pêk tîne wekî berdewamiya komkujiyên ku beriya sedê salan li dijî Ermen û Elewiyan pêk anî ku cîhan li hemberî vê yekê bê deng bû."

Şeha Osman diyar kir ku ew ê şopdarên xeta têkoşîn û şehîdan bin û kiryarên dewleta Tirk, wan dûrî armancên ewladên wan ên şehîd naxe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UrCNFugXWm0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kFeRRUSRr2w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>