ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-07-2021'AN
17 tîrmeh, 2021   23:00

-Bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê endamên meclis û saziyên Rêveberiya Xweser pêngaveke paqijkirinê li navçeya Girkê Legê didin destpêkirin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi wesîleya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê Rêveberiya Sivîl a Reqayê şahiyeke navendî li ser asta Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê li mezreya Hetîn a rojavayê bajarê Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendan destnîşan kirin ku êrişên li ser çiyayên Kurdistanê beşek ji tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalane û yek ji armancên wê têkiliyên di navbera rêbertî û gel de qut bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin rastiyan berovajî bikin û şopên sûcên xwe veşêrin. Îbrahîm Şêxo bang li rêxistina hiqûqî kir ku li dijî van sûcan erka xwe bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Telal Mihemed diyar kir ku armanc ji veguherîna reşnivîsa hevpeymana civakî ew e ku xwestekên tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên aborî, siyasî û civakî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şahidên ku dema şehîdên Berxwedana Serdemê li qada nexweşxaneyê veşartin, îdiaya Tirkiyê ya dîtina"goreke komî" derewandin û diyar kir ku ew cenazeyên zarokên  bajêr û şervanên ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe dan, her wiha îşaret pê kirin ku vekirina çeteyan a ji gorên şehîdan re kiryarekî derexlaqî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de piştî bilindkirina nirxê mazot û nan, rewşa debarê aloztir bû. Li aliyekî din Seed El-Herîrî lêborîna xwe ji bo avakirina hikumeta Lubnanê xwest. Serokkomarê Misirê hişyarî li ser binpêkirina ewlehiya Misirê da. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Pergala Xweseriya Demokratîk wek pratîzebûna paradîgmaya modernîteya demokratîk, ji bo ku mirovahî xwe ji krîzên modernîteya kapîtalîst rizgar bike, rêyên nû vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan a Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm têkildarî biryara girtina dergehê Til Koçerê got: "Ev biryara bazirganiyeke siyasî li ser hesabê dosyaya mirovî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Demokratîk a Kurdistanî- Rojav têkildarî diyalogên kurdî-kurdî komxebatekê li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê bi giştî û vekirina goristana şehîdan a li Efrînê bi taybet şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Ciwanên Suryan bi diruşma "Bi rêxistinbûna ciwanên Suryan em ê bibin pêşengên avakirina Sûriyeke nû" kongreya xwe ya duyemîn li hola Rewabî ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 5 mehan ve ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê qut kiriye, bi wê re îşaret bi karesateke mirovî li hin herêmên Sûriyê tê kirin, ji ber qutkirina avê xeteriyeke mezin li ser jiyana şêniyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA