'Vekirina goristana şehîdan a li Efrînê kiryarekî derexlaqî û dermirovî ye'

Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê bi giştî û vekirina goristana şehîdan a li Efrînê bi taybet şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

'Vekirina goristana şehîdan a li Efrînê kiryarekî derexlaqî û dermirovî ye'
18 tîrmeh, 2021   01:31
REQA-XALID CUMA

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya sîstematîk û sûcên li dijî şêniyên Efrînê berdewam dike, herî dawî gihaşt asta ku goristana şehîdan veke.

Di dîmenekî de ku dezgehên çapemeniya Tirkiyê parve kirin de diyar dibe ku çend çeteyên girêdayî Tirkiyê gorên şehîdên li bajarê Efrînê ya dagirkirî vedikin û îdia dikin ku ev goreke komî ye. Lê li gorî belgeyan gora ku behs dikin goristana şehîdên Efrînê ye.

Têkildarî mijarê endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê hiqûqnas Hesen Mistefa kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bi "Derexlaqî û dermirovî" wesif kirin.

Hesen Mistefa diyar kir ku vekirina gorên şehîdan hemû nirx û hestên ku destdirêjiya li goran heram dike bin pê dike, di heman demê de pîvan û exlaqan bin pê dike û asta xeteriya siyaseta Tirkiyê li herêmên dagirkirî îsbat dike.

Hesen Mistefa destnîşan kir ku dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê siyaseta derewan û bêbextiyan berdewam dikin û Rêveberiya Xweser û QSD`ê dikin armanc û got, QSD`ê bi qetilkirina sivîlan û pêkanîna komkujiyan û veşartina cenazeyên wan li Efrînê tawanbar dikin.

Hiquqnas da zanîn ku goristana ku çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê vekirine ya şervanên QSD, YPG û YPJ`ê yên ku di oxira parastina xaka xwe de şehîd bûne.

Têkildarî armanca dewleta Tirk ji van siyasetan Mistefa got, armanca Tirkiyê ji van kiryaran ew e ku zirarê bigihîne QSD`ê û destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê bi dest xistine têk bibe.

Hesen Mistefa bi domdarî got: "Kiryarên derexlaqî yên ku dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê li tevahiya herêmên dagirkirî pêk tîne ne tiştekî nû ye, lê dîsa jî em ji vî kiryarê mat man, ji ber ku îdia dike ku di cîhana îslamî de sinî ye, lê di rastiya xwe de hemû pîvanên olî bin pê dike."

Mistefa got: "Tevahî ol vekirina goran qedexe dikin, beriya niha tu kesî ev yek nekiriye, roj bi roj dewleta dagirker a Tirk dûrî mirovahiyê dikeve û bi vê kiryarê bi temamî dûrî bawerî û mirovahiya îdia dike, dikeve."

Mistefa bang li tevahiya rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û rêxistinên mafên mirovan kir ku têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û vekirina goran helwesta xwe nîşan bidin.

(eh)

ANHA