Zeyneb Murad: Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Di pîrozbahiya bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li Til Temirê li dar ketiye de, Zeyneb Murad got êdî Rêveberiya Xweser nûnertiya tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û da zanîn ku ew nahêlin tu kes li hember destkeftiyên şoreşa wan bisekinin.

Zeyneb Murad: Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Zeyneb Murad: Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Zeyneb Murad: Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Zeyneb Murad: Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Zeyneb Murad: Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Zeyneb Murad: Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Zeyneb Murad: Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Zeyneb Murad: Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
17 tîrmeh, 2021   19:50
HESEKÊ

Meclisa Navçeya Til Temirê bi hevkariya bi navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê re pîrozbahiyek bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi diruşma "Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" bi beşdariya bi sedan şêniyan, li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/07/17/190458_heseke-sahi-28729.webp

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endama rêveber a Kongreya Star Zeyneb Murad axivî û Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên leşkerî pîroz kir.

Zeyneb Murad wiha got: "Azadiya ku îro em tê de dijîn û destkeftiyên heyî, bi saya ked û qurbaniyan şehîdan e ku canê li hember êrişên terorê, di serî de DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk, kir mertal."

Têkildarî mijarê, Zeyneb Murad diyar kir ku êdî Rêveberiya Xweser nûnertiya tevahî geên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê dike.

Zeyneb Murad wiha dawî li gotina xwe anî: "Em nahêlin tu kes nêzî destkeftiyên şoreşa me bibe û têk bibe, em ê parastina destkeftiyên gelê xwe û şehîdên xwe bi hemû hêza xwe bikin û li hember dagirkerî û dewletên hewl didin destkeftiyên şoreşa me têk bibin, bisekinin."

Pîrozbahî bi stranên ji hêla koma mûzîkê ya Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê û govendê berdewam kir.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DzLQj5pJHi0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>