‛Em ê şoreşê û têkoşînê heta serkeftinê berfireh bikin’

Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîrozbahiyek li Kobanê hat lidarxistin, tê de axêveran da zanîn ku divê şoreş û têkoşîn heta têkbirina dagirkerî û serkeftinê berfireh bibe.

‛Em ê şoreşê û têkoşînê heta serkeftinê berfireh bikin’
‛Em ê şoreşê û têkoşînê heta serkeftinê berfireh bikin’
‛Em ê şoreşê û têkoşînê heta serkeftinê berfireh bikin’
17 tîrmeh, 2021   19:32
KOBANÊ

Pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi diruşma"Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" li Qada Şehîd Egîd a Kobanê bi beşdariya bi sedan şêniyên Kobanê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Herêmêa Firatê li dar ket.

Di pîrozbahiyê de, şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyek ji Meclisa Sivîl a Minbicê, şêx û rûspiyên eşîran ên ji pêkhateya Ereb beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2021/07/17/182817_majdh-hswn.webp

Beriya destpêkirina pîrozbahiyê, deqeyeke rêz hat girtin. Dûvre endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macide Heson bi xêrhatina mêvan û şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, Şoreşa 19’ê Tîrmehê li malbatên şehîdan û rêber Ocalan pîroz kir û wiha got: "Vê roja dîrokî, îsbat kir ku jin bi saya fikirê neteweya demokratîk gihaştin merheleyeke dîrokî. Ji ber vê fikirê tevahî pêkhate li hev kom kirine ku şahiyê li kelha berxwedanê, Kobanê li dar bixin."

Macide Heson destnîşan kir ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk êrişî herêmê dike û wiha domand: "Lê belê em ê heta serkeftinê tê bikoşin û li ber xwe bidin. Divê tevahî gelên herêmê li hember dagirkeriyê bibin yeke."

/ar/uploads/files/2021/07/17/182706_farwq-mashy.webp

Piştre Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî Farûq El-Maşî li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û wiha got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa gelê şoreşgerî ye. Her wiha bi saya keç û xurtên li ber xwe dane, gelek destkeftiyên, mîna damezrandina Rêveberiya Xweser, leşkerî û siyasî, bi dest xistin."

El-Maşî da zanîn ku ev şoreşa rasteqîn e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin, ev şoreş ne tenê yê gelê Kurd e, lê belê yê tevahî pêkhateyên herêmê ye. Ji ber rola wan a mezin di damezrandina rêveberî û gelek destkeftiyên siyasî û leşkerî de heye.

El-Maşî wiha domand: "Em ê wek leşkeran li tevahî qadan di oxira rizgarkirina tevahî herêman de li ber xwe bidin. Her wiha em soz didin malbatên şehîdan û gaziyên şer ku şopdarên wan bin. Em soz didin Kobanê ku duh li ser wê bazarî dikirin û îro jî ev bajar li hember hemû astengiya mertal e û gelek şehîd dan."

/ar/uploads/files/2021/07/17/182653_dyndar-khlf.webp

Yek ji fermandarên YPJ’ê Dîndar Xelef li ser navê QSD’ê axivî û wiha got: "Ev şoreş ku çîrûska xwe bi qurbaniyên şêniyên wê dest pê kir, ji dijmin re îsbat kir ku ew nahêlin dijmin herêmê dagir bikin û berjewendiyên xwe pê bînin."

Dîndar Xelef wiha domnad: "Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin. Gel û şervanên me dê parastina herêmê bikin, têkoşînê berdewam bikin û rûbera berxwedan û şoreşa 19’ê Tîrmehê heta serkeftinê berfireh bikin."

Piştî axaftinan, hunermend Mistefa Emîr ê ji Minbicê ya girêdayî koma Gîvara ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê stran pêşkêş kirin, dûvre hunermend Mihemed Bilko, Niyazî, Hikumet Cemîl ji Şehbayê hatin stran pêşkêş kirin.

Koma Şehîd Şîlan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê govendên gelêrî gerandin, li gel wê jî Koma Botan a Navenda Çand û Hunerê stran pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA