Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê xwendekarên serkeftî xelat kirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê 12 xwendekarên amadehî yên di asta yekemîn de bi ser ketine xelat kirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê xwendekarên serkeftî xelat kirin
17 tîrmeh, 2021   17:12
QAMIŞLO

Merasîmê xelatkirinê li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya navçeya Amûdê bi beşdarbûna malbatên xwendekaran hate lidarxistin.

Ya balkêş ew e ku piraniya xwendekarên ku bi pileya bilind biserketine jin in.

/ar/uploads/files/2021/07/17/141151_nwfyn-alaly.webp

Rêjeya serkeftinê li herêma Cizîrê ji sedî 63 e. Xwendekara bi navê Nûvîn Ekrem li ser asta herêma Cizîrê bi rêjeya 653 pileyan di beşa wêjeyî de bû yekem. Merwa Zirîq ji bajarê Hesekê ye di beşê wêjeyî de bû yekem, Aye Ehmed li ser asta  bajarê Hesekê ya duymîn bû û Yasîm Cemal li ser asta kantona Qamişlo ya duyemîn bû.

Di beşê zanistî de, Helez Şiwêş li ser asta herêma Cizîrê bû yekmîn, Rewad Omer  a duyemîn bû, Macid Ebdo û Cemîla Beşar li ser asta bajarê Hesekê yên duyemîn bûn.

/ar/uploads/files/2021/07/17/141125_zynb-th.webp

Elî Ehmed di beşê mîkanîk de, Zeyneb Taha di beşê Elketron de, Ebîr Şerîf di beşê kombuter de û Bêrîvan Xalid di beşê kehrebe de yên yekemîn bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Tehet Yûnis di merasîmê xelatkirinê de axivî û diyar kir ku ev tecrube tevî ku ya yekemîn bû lê serkeftî bû ku cara yekemîn xwendekarên amadehî ezmûn pêşkêş kirin û encamên wê serkeftî bûn.

Yûnis xwendekar muxateb girt û got: "Erkên mezin dikevin ser milê we ku di pêşerojê de xizmeteke baş bidin civakê. We ji her kesî re îsbat kir ku tevî êrişan proseya perwerdeyê li Bakurê Sûriyê gavên serkeftî diavêje."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis diyar kir ku ew piştgiriya madî û manewî bidin xwendekaran heta xwendina xwe temam bikin.

Piştre Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê xwendekarên serkeftî pîroz kir.

' EM ŞOPDARÊN XETA CELADET BEDIRXAN IN'

Nûvîn Ekrem ji ajansa me re axivî û got: "Şoreşa Rojava derfet da me da ku bi zimanê dayikê tîp bi tîp fêr bibin heta em gihiştin vê astê."

Nûvîn her wiha diyar kir ku ew şopdarên xeta Mîr Celadet Bedirxan in û wiha domand: "Celadet Bedirxan dibêje yan fêrî zimanê dayikê bibin yan nebêjin em kurd in, em ê hêvî ne ku di demeke nêzî de îtîraf bi zimanê me were kirin."

' HESTÊ MIN NAYÊ WESIFKIRIN'

Xwendekar Zeyneb Taha jî diyar kir ku ruxmî astengî, zext û belavbûna vîrusa koronayê lê dema xwe bi rêxistin kir û heta ku ev pile qezenc kir.

Zeyneb spasiya mamoste û Rêveberiya Xweser kir û got: "Zimanê me êdî li zanîngeh û peymangehan tê xwendin, heseke ku nikarim wesif bikin."

ANHA