Komxebeta diyalogê ya Meclisa Jinan a PYD'ê bi dawî bû

Komxebata diyalogê ya bi dirûşma "Li dijî cinayetên li hemberî zayenda jinê tê kirin, bisekinin" ku ji rêveberiya Meclisa Jinan a PYD`ê ve hatiye orgenîzekirin bi biryaran bi dawî bû.

Komxebeta diyalogê ya Meclisa Jinan a PYD'ê bi dawî bû
17 tîrmeh, 2021   16:16
QAMIŞLO

Piştî bidawîbûna mijara yekemîn, parêzer Atiya Yûsif û parêzer Luqman Îbrahîm semînerek bi navê "Çareseriya qanûnî ji sûcên li dijî jinan" da.

Komxebata diyalogê vê sibehê bi dirûşma "Li dijî cinayetên li hemberî zayenda jinê tê kirin, bisekinin" li hola Zana ya Qamişloyê dest pê kir. Komxebat ji Meclisa Jinan a PYD`ê ve hat orgenîzekirin. Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên saziyên jinan, nûnerên saziyên sivîl, olî û ciwan, siyasetmedar û rewşenbîr tev li komxebatê bûn.

Parêzer Atiya Yûsif li ser sûcên ku li dijî jinan têne kirin axivî û got: "Tundiya malbatî ji cûdekariya li hemberî jinan ne dûr e. Ev yek sûcekî mezin e ku divê desthilat qedexe bike. Mêr lêdanê li hevjîn û şirîkên xwe dikin, gelek caran bawer dikin ku dikarin her tiştî bikin bêyî ku ji cezayan bitirisin."

Parêzer Atiya Yûsif tundiya malbatî ya di civakî de destpêkê hilgirt ser heval û cîranan û got: "Delîlên tundiyê yên eşkere paşguh dikin û kesên ku tundiyê dikin efû dikin."

Parêzer Luqman Îbrahîm jî diyar kir ku sûcên bi navê şerefê di qanûnên cezayan ên Sûriyê de ya li gorî madeya 548 a qanûna  37 a sala 2009'an de lêborîn û efûyeke biçûk da sûcdar, navaroka vê madeyê ji qanûna Fransayî hatiye girtin ku ev qanûn di sala 1960'î de li Fransayê hate beltankirin lê li Sûriyê berdewam kir.

Îbrahîm destnîşan kir ku li gorî madeyê qatilê jinan (Hevjîn, xizim an xwişk) bi navê fihûş an têkiliyên cinsî bi kesekî din re, ji cezayê sivik sûdê digire ku cezayê wê du sal girtîgeh e.

Parêzer Luqman Îbrahîm da zanîn ku derketina qanûna (2) ya Adara 2020'î guhertinên bingehîn bi xwe re anîn û diyar kir ku cezayê sivîk ji qanûna cezayên bi navê "sûcê şerefê" betal kir û wiha domand: "Ev guhertin gaveke gelekî mezin e, nemaze ku gelek sûcên bi hinceta xedir, tolhildana kesayetî, an hin adetên civakî yên tundraw mîna redkirina zewacê bi xiziman re, destdirêjî û gelek sûcên din bi navê parastina namûsê dihatin rewa kirin û dihatin çavê lê dihatin girtin."

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe parvekirin.

Komxebat bi birayran bi dawî bû, ji wan:

-Li hemberî sûcên bi navê ol divê hevgirtineke di navbera beşên civakî, saziyê olî, tevgerên jinan, saziyên civaka sivîl û ragihandin de hebe. Ji ber ku ev beş ên herî bi bandor di civakî de ne.

-Divê ragihandin roleke girîng û bi awayekî sereke û zanistî bilîze da ku formeke ragihandinê û hêzêneke ragihandinê ji bo piştgiriya mafên jinan û bidawîkirina sûcan were avakirin.

-Di warê zanekirin û dayîna semîneran de mêr werin beşdarkirin.

-Jin bi navê olê neyên qetilkirin, hemû ol li hemberî qetilkirina jinan disetkinin.

-Caran qanûn li hemberî hin adetên ku ziyanê dighîne civakê bê çare ye, divê saziyên olî û qanûnî û rêxistinên sivîl û partiyên siyasî sedemên vê bêçarbûnê derbas bike û çareseriyekî bibîne.

- Kesên ku bi navê "Şerefê" sûcan dikin, cezayên tund li wan werin birîn.

-Qanûnên jinan ê Rêveberiya Xweser werin pêkanîn.

-Avakirina malbateke demokratîk.

-Li ser cewherê îslamê di civakê de belavok werin belavkirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RJR1oLTt9xo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>