'Vekirina goran sûcekî dermirovî ye'

Weqfa Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê têkildarî îdiayên dewleta Tirk ku "goreke komî" li Efrînê keşf kiriye daxuyaniyek da û got, vekirina goran sûcekî dermirovî ye.

'Vekirina goran sûcekî dermirovî ye'
17 tîrmeh, 2021   14:50
BEYRÛT

Endamên Weqfa Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê têkildarî vekirina goristana şehîdan a li bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, daxuyaniyek li avahiya xwe ya li Beyrûtê da.

Endama weqfeyê Nesrîn Biro daxuyanî xwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker a faşîst rojane sûcên hovane li dijî Efrînê û şêniyên wê pêk tîne. Vê dawiyê jî îdia kir ku wê goreke komî li Efrînê keşf kiriye ku tê de cenazeyên sivîlên ji hêla QSD’ê ve hatine qetilkirin hene."

Weqfa Newroz da zanîn ku rastî di demeke kurt de ji her kesî re eşkere bû û got :" Ew yek jî bi rêya dîmen, wêne û belgeyên îsbatkirî hatin eşkerekirin ku ne gora komî ye, lê belê goristana şehîdên ku di encama êrişên  balafirên dagirkeriya Tirk li dijî Efrînê de, şehîd bûn."

Weqfa Newroz eşkere kir ku hêzên dagirker ên Tirkiyê û çeteyên wê berê jî goristanên şehîdan veguherandin cihên avêtina çopan û bi treksan kolandin û bêhurmetî lê kirin û wiha domand: "Ev ne cara yekemîn e ku dagirkeriya Tirk hurmeta goristanan û miriyan bin pê dike. Îro jî dagirkeriya Tirk gorên şehîdan ku di encama êrişên wê li dijî bajarê Efrînê û parastina xaka Efrînê de şehîd bûne, xirab dike û hurmeta wê bin pê dike.

Ya ku li bajarê Efrînê diqewime ji sûcên ku li dijî kurdan têne kirin û koçberkirina piraniyan wan bipêkirina hemû pîvanan e Ne mirov, ne kevir, ne dar û ne jî goristanên şehîdan ji van binpêkirinan filitîn. Sûcê kolandina goran binpêkirina hurmetiya miriyan, lê heger gorê ên şehîd û şervanan bin wê ev çawa be!

Ji dengê malbatên wan şehîdan tu deng bilindtir nabe, malbatên şehîdan ji ber kolandina gorên qurbaniyên xwe yên sivîl ên ku ji ber astengiyên dagirkeriya Tirk di dawiya Adarê de ên ku nêzî nexweşxaneya Efrînê veşartin xemgînî û êşa xwe nîşan da.

Em Weqfeya Newroz a Çanda Civakî van binpêkirinên hovane şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo parastina bajarê Efrînê û niştecihên wê ji sûcên şer û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên terorîst ên li ser zindî û miriyan bi lez mudaxele bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EDlixOx4TQk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>