HPG: Dagirkerên xwestin bikevin tûnelên şer hatin têkbirin

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker xwestin bikevin tûnelên şer ên qada Girê Sor a herêma Avaşîn, li ser têkoşîna gerîla neçar man ku qedemeyek xwe paş ve bidin.

HPG: Dagirkerên xwestin bikevin tûnelên şer hatin têkbirin
17 tîrmeh, 2021   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê agahî da.

 “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de;

17'ê Tîrmehê saet 06:30'an li dijî dagirkerên ku dixwazin li rêzeçiyayên Cîloya Biçûk bi cih bibin bi çekên giran çalakiyek hatiye kirin.

Piştî çalakiyê dagirkeran xebata çêkirina mewziyan sekinandine.

Bi çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê;

16'ê Tîrmehê saet 11:00'an artêşa TC'ê ya dagirker xwestiye êrişê bibe ser tûnelên şer ên li qada Girê Sor. Piştî ku hêzên me ji nêz ve mudaheleyî wan kirine dagirker bêgav mane ku hinekî bi paş ve biçin.

16'ê Tîrmehê saet 16:00'an dagirkeran xwestine ku teqemeniyan li tûnelên şer ên li Girê Sor bi cih bikin, hêzên me mudaheleyî wan kirine. Hin ji teqemeniyan hatine îmhakirin û hêzên me dest li ser teqemeniyên din danîne.

16'ê Tîrmehê saet 02:10'an artêşa TC'ê ya dagirker bi teqemeniyê êriş biriye ser tûnelên şer ên li Werxêlê.

Bi helîkoptêr û balafirên şer êriş çûye ser qadên Avaşîn û Zapê.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

16'ê Tîrmehê di navbeyna saet 23:30 - 01:00'an de li qadên Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman yên herêma Avaşînê tevgera helîkoptêran çêbûye û qada Stûna bi helîkoptêrên şer hatiye bombekirin.

16'ê Tîrmehê saet di navbenya 23:00-01:00'an de li qada Herfa T'yê ya Zapê tevgera helîkoptêran çêbûye û ev qad bi helîkoptêrên êrîşê hatiye bombekirin.

17'ê Tîrmehê saet 09:30'an li herêma Zapê qada Cîloya Bicûk bi balafirên şer hatiye bombekirin.

17'ê Tîrmehê saet 09:30'an qada Sîda ya Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van êrişan de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.”