Danûstandinên di navbera Talîban û Efgansitanê îro li Dewhayê dest pê dikin

Şêwirmendê payebilind ê Desteya Bilind a Lihevhatina Nîştimanî ya Efganistanê Mustafa Mastur ragihand ku danûstandin wê îro bi Tevgera Talîban re dest pê bikin.

Danûstandinên di navbera Talîban û Efgansitanê îro li Dewhayê dest pê dikin
17 tîrmeh, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê payebilind ê Desteya Bilind a Lihevhatina Nîştimanî ya Efganistanê Mustafa Mastur got Tevgera Talîban bi rêya danûstandinan hewl dide destûra welêt û pergala hikumetê biguherîne.

Mastur ji tora El-Erebiyê re axivî û got: “Şandeyeke ku ji 9 siyasetmedaran pêk tê, berê xwe da Dewhayê da ku tev li danûstandinên bi Talîban re bibin ku tê payîn şemiyê dest pê bikin û heta du rojan bidomin. Di van danûstandinan de wê dozên cewherî werin nîqaşkirin û em ê binêrin bê ka ev dem têrê dike lê na.“

Mastur diyar kir ku Desteya Bilind a Lihevhatina Nîştimanî û serokê desteyê bang li Talîban kir ku da ku dest bi diyalogê bike. Her wiha destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ku daxwazek heye da ku dozên cewherî li Dewhayê werin nîqaşkirin û got: “Ji bo me jî ev girîng e da ku aştî li Efganistanê pêk were.”

Şandeyeke siyasetmedarên efgan bi serkêşiya berpirsê dosyaya aştiyê Ebdulah Ebdulah duh bi şev berê xwe da Dewhayê da ku careke din diyalogê bi Talîban re vejînin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê şeva înê ragihand ku li gel berdewamiya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efganistanê, DYA, Efganistan, Pakistan û Ozbekistanê komxeteke dîplomatîk a nû ava kirin da ku piştgiriyê bidin aştî û ewlehiyê li Efganistanê û têkiliyên herêmî li ser astên bazirganiyê xurt bikin.

Tê payîn civîn di mehên bê de li dar keve.

(şx)