Kurdistaniyên li Lubnanê berxwedêrên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn

PYD`ê ya Lubnanê bi beşdariya bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê bi civînekê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Kurdistaniyên li Lubnanê berxwedêrên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
16 tîrmeh, 2021   20:08
BEYTÛT

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên gelek herêmên Lubnanê û kurdistaniyên li Lubnanê beşdarî civînan bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Giştî ya PYD`ê ya Lubnanê Şervîn Cûdî axivî û şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û got: "Îro rojeke dîrokî û meha şehîdan e, ji ber ku berxwedan bi têkoşîn şehîdên destpêkê mîna Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Elî Çîçek, Akif Yilmaz, Ferhad Kotan û Mezlûm Doxan û hemû şehîdên meha Tîrmehê dest pê kir."

Şervîn di şexsê şehîdên 14`ê Tîrmehê de tevahiya şehîdên azadiyê û biratiyan gelan bi bîr anîn û got, berxwedana wan a mezin hemû planên dewleta Tirk ên qirkirina gelê Kurd têk bir.

/ar/uploads/files/2021/07/16/192716_libnan-19temuz-28129.webp

Şervîn Cûdî bal kişand bê rêzdariya li gor gorên şehîdên Efrînê û diyar kir ku êdî dagirkeriya Tirk ji şehîdan ditirsin û digihêje astekê ku êrişî goristanên şehîdan bikin û vekin.

Şervîn Cûdî di dawiyê de da zanîn ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêxist û bi pêkanîna Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk berham da.

Endamê PYD`ê ya Lubnanê Îbrahîm Hisên şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û ev dirêjî da gotina xwe: "Ev in kesên ku bi rihekî têkoşerane, şoreşgertî û fedayî kar kirin da ku gelên xwe û tevahiya gelên bindest ji zilim û zorê û komkujiyan rizgar bikin, berxwedana wan hîn jî di girtîgehan de berdewam dike, heta li tevahiya Kurdistnaê jî û li dijî planên dagirkeriya Tirk û dijminên azadiyê sekinîn."

Civîn bi sloganên"Bijî berxwedana girtîgehan û şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UxEYGgIFlbw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>