ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2021'AN
16 tîrmeh, 2021   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê têkidlarî kiryara dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li hemberî goristanên şehîdan ên Efrînê daxuyanî dide. Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan, şêniyên Hesekê û Amûdê bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyan li dar dixin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temir diyar kir ku ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên aktîv ên li herêmê zêdetirî 100 hezar mirov bê par û kehrebe ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nûnera MSD`ê ya li Washingtonê diyar kir ku warê alîkariyan bûye kaxezeke bazarên siyasî da ku fişarê li Rêveberiya Xweser bikin. Muxalifê sûrî Fîras Qesas jî got civaka navneteweyî bi girtina deriyê Til Koçerê re bawerbariya xwe xalî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinê ya PYD'ê bi navê "Têkoşîna li dijî qetilkirina jinan" panelekê li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê neh sal li pey xwe hiştin. Tevî bi dehan êriş, komkujî, şerên taybet û ambargoyan jî şoreşa jinan zindî ye û hewl dide tecrubeya xwe belav bike û têkoşînê geştir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Girtiyekî berê li gel PDK'ê diyar kir ku revandina her sê dîplomatan li Hewlêrê xizmeta ajnîdeyên dagirkeriya Tirk tenê dike û wekî lîstokekê li dijî kurdan bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA