Dagirker gundekî din ê Minbicê topbaran dike

Piştî Ewn Dadat, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundê El-Masî yê bakurê Minbicê topbaran dikin.

Dagirker gundekî din ê Minbicê topbaran dike
16 tîrmeh, 2021   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand  ku artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Ereb Hesen ê Biçûk, gundê El-Masî yê tije şênî topbaran dikin.

Beriya çend seatan artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê bakurê bajarê Minbicê topbaran kir.

Topbaran berdewam dike, têkildarî ziyanan heta niha agahî nehatin bidestxistin.

ANHA