Pêkhateyên Tirbespiyê û Çilaxa salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir

Pêkhateyên Tirbespiyê û Çilaxa bi diruşma "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" salvegera şoreşê pîroz kir.

16 tîrmeh, 2021   19:28
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê li qada Azadî ya rojavayê navçeyê pîrozahiya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li dar xistin. Qad bi alên YPG, YPJ û QSD'ê hate xemilandin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PZnzYRFe-iU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên PYD'ê yên navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo axivî û diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo pêkhateyên herêmê xaleke girîng bû ku li hemberî terorê bûn yek û civakeke demokratîk ava kir.

Hediya Şemo diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi şoreşa jinê tê naskirin, jinan di hemû qadan de bi taybet di qada leşkerî de pêş ket û teror têk bir.

Ji fermandarên YPG'ê Baran Omerî jî got, ew hêzên leşkerî ji bo parastina gel û xaka xwe amade ne xwe feda bikin û her buhoseke dagirkirî rizgar bikin. Baran Omerî soza têkoşînê bi şehîdên şoreşê re nû kir.

Piştî axaftinan Koma Şehîd Xebat a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Hêzil a Tirbespiyê, hunermendarê Kurd Ebdurehman Bavê Emîn û Koma Şehîd Zîlan a ji Dirbêsiyê, hunermend Danîş Botan, Baran û Nûrî Elî stran gotin.

Şêniyan li ber stranan xelekên govendê gerandin.

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IKgZoq0S4kw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê li Geraca navçeya Çilaxa jî şaniyeke bi beşdarbûna bi dehan şênî ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan hate lidarxistin. Cihê şahiyê bi alên hêzên leşkerî û saziyên sivîl û pankartên bi nivîsên  "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftina şoreşê misoger bikin" û "Bijî biratiya gelan" hat xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk Murad Şemo axivî û diyar kir ku serkeftina Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhemên fedekariyên bi sedan şehîdan e.

Şemo banga hevgirtinê û piştgiriya Rêveberiya Xweser li şêniyan kir.

Di şahiyê de bi navê PYD'ê Sirûr Şetê jî got, Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhema Berxwedana 14'ê Tîrmehê û girtîgehan e û diyar kir ku pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryan serî ji siyasetên fitneyê re danaxin ku projeya Rêveberiya Xweser dikin armanc.

Piştî axaftinan şêniyan li ber stranên Koma Agirî ya ji Amûdê û gelek hunermendên kurd xelekên govendê gerandin.

ANHA