Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser kampanyayê haştagê

Gelek çalakvanan di bin navê " Meclisa Medya ya Sanal a Kurdistanê" de, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampanyaya haştagê ragihadin.

Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser kampanyayê haştagê
16 tîrmeh, 2021   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek çalakanan di bin navê "Melisa Medya ya Sanal a Kurdistanê" de kampanayeke haştagê bi navê "Bila statûya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bê naskirin" ragihandin. Çalakvanan bang li her kesî kirin ku beşdarî kampanyayê bibin ku di 18'ê Tîrmehê saet 20:00'an li gorî dema Amedê û saet 19:00'an li gorî dema Brukeselê dest pê bike.

Di daxuyaniya Meclisa Medya ya Sanal a Kurdistanê de wiha hat gotin:

"Şoreşa Rojava ku di 19'ê Tîrmehê 2012’an de dest pê kir û di sedsala 21’emîn de jî bona mirovahiyê bûye findeke hêviyê û çavkaniya azadiyê dikeve deh saliya xwe. Şoreşa Rojava ya Azadiyê di wateyekî rasteqîn de bûye şoreşeke gel, şoreşeke jinê, şoreşeke ciwanan û şoreşa civaka demokratîk.

Şoreşa Rojava ji destpêka xwe ve heta niha pişta xwe daye biratiya xelkên Kurd, Ereb, Asurî-

Suryanî, Tirkmen, Ermenî û hemû xelkên Bakurê Rojavayê Sûriyê û di vê wateyê de bi her awayî şoreşek Neteweya Demokratîk e. Şoreşa Rojava di serî de bi berxwedaniya Kobanê ya destanî di nav de bi cangoriya duwanzdeh hezar şervanên azadiyê bi wêrektî û lehengtiya vîna asê û siqakirî ku bi bedelên bîst û yek hezar şervanên birîndar lê hatiye zêdekirin bi destketiye. Di serî de şoreşgerên Tirkiyê di nav de, ji gelek aliyên cîhanê hêzên enternasyonalîst û şoreşger li dijî faşîzmîê têkoşîn dikin can û ked dane Şoreşa Rojava.

Şoreşa Rojava ya Azadiyê bi qasî ku şoreşeke neteweya demokratîk e, di heman demê de şoreşa jinê ya azadiyê ye jî. Di ti şoreşên ku di kûrahiya dîrokê de hatine pêkanîn de bi qasî Şoreşa Rojava tevlîbûyîna jinê, bandorî û pêşengtiya wê çênebûye. Şoreşa Rojava tenê ne şoreşa jinên Kurd e di heman demê bûye şoreşa jinên Rojhilata Navîn û jinên ji hemû gelên cîhanê jî.

Gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi têkbirina DAIŞ’ê hêzek hov û paşverû yên Rojhilata Navîn Têk birine, di heman demê de rêxistinek taşeron ku ji hemû mirovahiyê re dijminatî dikir, têk birine.

Şoreşa Rojava li hemberî hemû êrişên El-Nusra, DAIŞ û herî dawî jî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi awayekî lehengî li ber xwe daye û dikeve dehsaliya xwe.

Lê belê rexmî ku vê Şoreşa Rojava ku di çavên gelên cîhanê de çîqasî bi nirx e û ev gel ji hemû şêweyî êrişên hov ên DAIŞ’ê rizgar kir jî, ji nedîtina polîtîkayên hêzên navnetewî ya Şoreşa Rojava hîn jî berdewam e. Di platformên weke Cinêv, Astana û Soçî ku qaşo bi pirsgirêkên Sûriyê re mijûl dibin û çeteyên destxwîn, kirêt û cîhadî tevlî van civîna dikin; Rojavaya ku bûye ewlekariya aşitiyê, bawerî û asayîşê dîsa bûye nûnera jiyana demokratîk û azadiyê, ji nedîtî ve tê dîtin.

Her wiha alîkariyên mirovî ku jî aliyê saziyên navnetewî ve ji bo heremê tên şandin, digihîje ber destên artêşên cîhadî û Rojava tê jibîrkirin. Lew ra heman Rojava di encama koçberiya zêde bibû de jî hemû xelkên Sûriyê re deriyên xwe vekiribû û bi taybetmendiyên xwe yên demokratîk her diçe weke herêmeke mezin û bi kuflet dibe derdikeve pêş.

Di wan şertan de ji nûve avakirina Sûriye ya Demokratîk û bi taybet ji bona parastin û mayîndekirina şoreşa azadîperwer ku Kurdîstana Rojava jî hildigre nava xwe, pêdivî bi piştgiriya we dostan heye. Îro erka ku li pêşîya me ye, vê Şoreşa Rojava ya ku me bi can, xwîn û keda xwe bi dest xistiye bibe xwedî statû, di nav têkîlî û pêwendiyên navnetewî de weke fermî bê naskirin û bê mayîndekirin.

Li ser vê bingehê em bangawaziya hemû dost, hêzên demokratîk ên Şoreşa Rojava dikin ku ji bona statûya Rêveberiya xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê helwest nîşan bidin û ked bidin.

Em weke Meclisa Medya ya Sanal a Kurdistanê gazî her kesî dikin ku di 18'ê Tîrmeha 2021’an saeta 20:00’an li gorî dema  Amedê de û saet 19.00’an li gorî dema Brukselê, di hemû platformên tora civakî de ji bona statûya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bê naskirin tevlî kampanya ya me ( # hastag) bibin."

ANHA