Cenazeyê şehîdê Cebhet El-Ekrad Xelîl li Minbicê hate veşartin

Şêniyên Minbicê cenazeya şervanê Cebhet El-Ekrad Hisên Elî Xelîl ê ku dema bi erka xwe ya leşkerî radibû gihaşt asta şehadetê, li goristana Şehîdan spart axê.

Cenazeyê şehîdê Cebhet El-Ekrad Xelîl li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Cebhet El-Ekrad Xelîl li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Cebhet El-Ekrad Xelîl li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Cebhet El-Ekrad Xelîl li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Cebhet El-Ekrad Xelîl li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Cebhet El-Ekrad Xelîl li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Cebhet El-Ekrad Xelîl li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Cebhet El-Ekrad Xelîl li Minbicê hate veşartin
16 tîrmeh, 2021   18:15
MINBIC

Karwanê oxirkirina cenazeyê şehîd Hisên Elî Xelîl bi beşdariya bi dehan welatiyan ji pêşiya Nexweşxaneya Firat ber bi goristana Şehîdan a li rojavayê bajêr ve çûn.

/ar/uploads/files/2021/07/16/173235_bakwr.webp

Li goristana Şehîdan deqeyeke rêz hate kirin û ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve toraneke leşkerî hate lidarxistin. Piştre fermandarekî Cebhet El-Ekrad axivî û got: "Em wekî hêzên Cebhet El-Ekrad me soza parastina xwe, erd û gelê xwe ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê daye ku ne kevir û ne jî mirov ji wan difilite, di heman demê de em îro soz didin şehîdên xwe ku em ê heta rizgarkirina xaka xwe xeta berxwedanê berdewam bikin."

/ar/uploads/files/2021/07/16/173354_kfaa-alaly.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Kefa Elî jî got: "Li ku derê dibe divê tevahiya gelên me bizanibin ku ev ewlehî û aramiya em tê de encama keda şehîdan e, ji lew re divê her kes li hemberî wan berdêlan wefedar be û parastina van destkeftiyan bikin."

/ar/uploads/files/2021/07/16/173409_mhmd-aly.webp

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo wiha got: "Em ji Tirkiyê û çeteyên wê re dibêjin; binpêkirinên we nikarin me vîna bişkîne, em ê wefedarên şehîdên xwe yên ku pêşeroja me diyar kirin bin. Van şehîdan canên xwe feda kirin da ku em bi azadî û rûmet bijîn, ji ber vê yekê em ê şopdarên rêya wan bin."

/ar/uploads/files/2021/07/16/173337_farwq-almashy.webp

Hevserokê Kar û Barên Civakî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî got: "Gotina rûmet ji çend tîpan pêk tê, lê bi xwîna şehîdan û rûmeta wan hatiye xêzkirin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Ehmed Casim nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir, dûvre cenaze di nava sloganên de hate veşartin.

(eh)

ANHA