Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Dirbêsiyê hate pîrozkirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi şahiyekê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir.

Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Dirbêsiyê hate pîrozkirin
16 tîrmeh, 2021   17:59
HESEKÊ

Meclisa Navçeya Dirbêsiyê bi boneya nêzîbûna salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyek bi diruşma  "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" li dar xist.

Şahî li geraca navçeyê hate lidarxistin. Cihê şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên YPG, YPJ û pankartên bi nivîsên"Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" hate xemilandin.

/ar/uploads/files/2021/07/16/173921_dirbesiye-daxyyan-28229.webp

Şahiya ku bi sedan kes beşar bûbûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Rêveberiya Xweser Zeyneb Murad axivî û got, serkeftina Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhemên Berxwedana 14'ê Tîrmehê û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Zeyenb destnîşan kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê di hemû qadan de serkeftin pêk anîne û xwedî roleke sereke di navairina sîstemeke demokratîk de ye.

/ar/uploads/files/2021/07/16/173933_dirbesiye-daxyyan-28329.webp

Zeyenb Murad banga hevgirtin û berxwedanê li hemberî dijminên Rêveberiya Xweser û parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Piştre komên Rimêlan, Reqa, Koma Botan a ji Qamişloyê stran li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê gotin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lWe06NurrBs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>