PYD`ê nerazîbûn nîşanî kolandnina goristana şehîdan a li Efrînê da

Meclisa Giştî ya PYD`ê bêrêzdariya dewletaTirk a li goristanên şehîdan ên Efrînê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku sûc û binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê bi dawî bikin.

PYD`ê nerazîbûn nîşanî kolandnina goristana şehîdan a li Efrînê da
16 tîrmeh, 2021   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî binpêkirina dewleta Tirk a li dijî goristaneke şehîdan a li Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên terorîst bi sûcên xwe yên ku rojane pêk tîne tê naskirin û li hemberî vê yekê berteke exlaqî tune ye.

Kolandina goran, binpêkirina rûmet û pîroziyan, sûcên nayên jimartin û di dîroka wê ya reş de di dîroka wan a reş de hatiye tomarkirin. Dewleta Tirk û komên wê bi talankirin û dagirkirina erdên derveyî sînorê xwe, guhartina demografî, çewisandina nasnameya çandî û dîroka gelê Kurd û pêkhateyên din sînordar nema, lê fikirê wê yê faşîst ê terorîst gihişt asta ku gorên şehîdan ên ji di dema êrişên dewleta Tirk û çete û ajanên wê de parastina Efrînê dikirin, kolandin. Sûcê xwe yê qirêj wekî komkujiyeke û tawanên li djiî parêzvanên Efrînê nîşan da, her wiha rastiyan berovajî dike, lê sûcên wê ji her kesî re eşkere ne.

Em wekî Meclisa Giştî ya PYD`ê dibînin ku mîna van kiryarên qirêj û derexlaqî berdewama sûcên faşîzma Tirk û çeteyên wê ne. Em bang li tevahî saziyên navneteweyî, rêxistin û dewletên aktîv li Sûriyê dikin ku sûcên qirêj ên dermirovî bi dawî bikin. Careke din em bang li hêzên navneteweyî yên aktîv dikin şêniyên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî yên bi darê zorê ji malên xwe koçber bûne vegerînin û dagirkeran û komên terorîst ên çete ji wir derxin."

(eh)

ANHA