Rêxistina PYD'ê ya Kobanê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist

Rêxistina PYD'ê ya navçeya Kobanê kongreya xwe ya sêyemîn bi diruşmeya "Bi rêxistin û bi berxwedana gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin û neteweya demokratîk biparêzin" li dar xist.

Rêxistina PYD'ê ya Kobanê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist
Rêxistina PYD'ê ya Kobanê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist
Rêxistina PYD'ê ya Kobanê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist
16 tîrmeh, 2021   15:35
KOBANÊ

Kongre bi beşdarbûna bi dehan endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Kobanê li hola navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/07/16/133721_ryzan-nasan.webp

Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Desteya Perwerdê ya Herêma Firatê Rêzan Nasan der barê rewşa siyasî de axivî û got: "Di sedsala derbasbûyî de û piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetê, projeyeke nû dest pê kir û NATO`yê hate avakirin, Rûsya li gorî derfet û hêza xwe ji nû ve xwe ava kir û careke din isbat kir ku bûye dewleteke mezin."

Rêzan Nasan diyar kir ku dewletên rojavayî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî hatin Rojhilata Navîn û Amerîka bi buhaneya şerê li dijî terorê derbasî Efganistanê û Iraqê bû.

Rêzan Nasan destnîşan kir ku di dawiya 2010`an de li Rojhilata Navîn projeyeke nû dest pê kir ku ew jî"Buhara ereban" bû ku li Tunisê dest pê kir piştre li Misirê, Tirkiyê ev şer wekî ferzendek dît û xwest li xewna xwe  ya Osmanî vegere.

Dûvre hevserokê PYD`ê yê navçeya Kobanê Welîd Cuman peyamên pîrozkirina lidarxistina kongreyê xwendin.

/ar/uploads/files/2021/07/16/133705_hsn-mwsh.webp

Paşê endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Kobanê Hesen Mûş û endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macde Hesûn axivîn, lidarxistina kongreyê pîroz kir û hêvî kirin ku ev kongrê ji bo gelê herêmê xêr be.

/ar/uploads/files/2021/07/16/133741_majdh-hswn.webp

Piştî axaftinan hilbijartin hatin lidarxistin. Ji 30 bernamzeta 17 endamên rêveberiya Meclisa PYD'ê ya navçeya Kobanê li gorî piraniya dengan hatin hilbijartin.

Hevserokê Meclisa PYD`ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo encamnameya kongreyê xwend û îşaret bi aktîfkirina xebata partiyê kir û got: "Divê em xizmeta gel bikin da ku armancên sereke yên partiyên pêk bînin, her wiha li dijî rêbazên şerê taybet ên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmên me têk bibin, bisekinin."

(eh)

ANHA