​​​​​​​Malbatên şehîdan ên Dêrazorê: Şehîdên me di dilê me de ne

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê kiryara dewleta Tirk a dagirker û çeteyên a kolandina goristaneke şehîdan  li Efrînê şermezar kir.

​​​​​​​Malbatên şehîdan ên Dêrazorê: Şehîdên me di dilê me de ne
16 tîrmeh, 2021   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê bi beşdarbûna endamên meclisên malbatên şehîdan, nûnerên meclisên sivîl û leşkerî, Hêzên Parastina Jinan û bi dehan şêniyan li goristana Şehîdan a Ebû Hemam hate xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê yên vekirina gorên şehîdên li Efrînê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Kiryara ku we kiriye wê ji me re çavkaniya hêzê be û nîşaneya lawazbûna we ye. Heger we xwest gorên şehîdên me ji holê rakin hûn nikarin ji dilê me derxin.

Şehîdan rêya berxwedan û jiyana azad û bi rûmet ji me re xêz kirin, em amade ne ku rêya wan berdewam bikin  û li dijî êrişkarên destwerdana erd û gelên me bikin, bisekinin her wiha şerê fikirê tundraw bikin ku wê we bixe tahlûkê û hişt hun kiryarên xerab bikin.

Di dawiyê de fedekariya şehîdan li ser bingeha rêgeza demokratîk û fikirê Rêber Abdullah Ocalan biratî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava kir."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kHIFzY77T0M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>