Hollanada cezayê 20 sal girtîgeh li çeteyekî Cebhet El-Nusra birî

Dadgeha Hollandayê cezayê 20 sal girtîgeh li çeteyekî Cebhet El-Nusra ji Sûriyê birî ku sûcên şer pêk dianî.

Hollanada cezayê 20 sal girtîgeh li çeteyekî Cebhet El-Nusra birî
16 tîrmeh, 2021   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutresê, Dadgeha Hollandayê cezayê 20 sal girtîgeh li çeteyekî Sûrî birî, ku di şerê li Sûriyê de sûcên şer pêk dianî û rola wî di înfazkirina leşkerekî Sûrî de hebû.

Li gorî dadgehê, navê çete Ehmed El-Xidir e û bi Ebû Xidir tê naskirin, 49 salî ye û yek ji endamên çeteyên "Cebhet El-Nusra ya girêdayî Rêxistina El-Qaîde ye. Dadgehê diyar kir ku dengê çete di dîmenê înfazkirina leşkerekî sûrî dîlgirî de ku di 2010'an de li qiraxa çemê Firatê birîndar bibû, diyar e.