Rojnameyên erebî: Welatiyên Sûriyê ji bihakirina madeyan bi hêrs in

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa aloziya jiyanî li Sûriyê, aloziya siyasî li Lubnanê û rewşa Misirê kir.

Rojnameyên erebî: Welatiyên Sûriyê ji bihakirina madeyan bi hêrs in
16 tîrmeh, 2021   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

BI HATINA CEJNÊ RE LI SRÛIYÊ: MAZOT Û NAN BIHA YE

Rojnameya El-Ereb di kar û barên Sûriyê de wiha nivîsî: “Bilinkirina nirxê mazotê û nan ji aliyê hikumeta Sûriyê ve vê dawiyê, piraniya welatiyên Sûriyê ku qûta wan kêm e xistin nava fikaran. Vê rewşê li gel rewşa aborî ya xirab li Sûriyê ya ji ber cezayên DYA`yê û welatên rojavayî û aloziyên salên şer, azarên welatiyan zêde kirin.

Hikumeta Sûriyê şemiya borî nirxê lîtreyê mazotê ji 185 lîreyên Sûriyê rakir 500 lîreyên Sûriyê (her dolarek biqasî 2512 lîreyên Sûriyê ye). Her wiha buhayê nan ji 100 lîreyên Sûriyê rakir 200 lîreyên Sûriyê, anku bi rêjeya ji sedî 100.

Bi sedan welatiyên Sûriyê li hemberî bilindkirina nirxê mazotê û nan ku du madeyên sereke yên jiyana rojane ya malbatên sûrî ye, hêrsa xwe nîşan dan.

Ebû Hesen (55) ku karmendekî karbes e, fikarên xwe derbarê van biryaran de nîşan da û ew biryar bi neheqiya li hemberî welatiyan bi nav kir.

Ebû Hesen ji ajansa Şênxewa re wiha got: “Nirxê mazotê rabû 500 lîreyên Sûriyê, dê hemû tişt biha bibin. Qûta me têrê vê bihabûnê nake.”

Dayika Sara (37) ku ew jî karmend e wiha axivî: “Ji ber bihabûnê em nikarin cejnê bi kêfxweşî pêşwazî bikin. Bihabûna nirxê madeyan ku piştî bihakirina nirxê mazotê pêk hat, barê me girantir kir.”

Her wiha li hundirê parêzgehan û di navbera parêzegehan de, lêçûnên veguhestinê jî zêde bûn.

Seed Besata ku şîrovekarê aborî yê sûrî ye ji ajansa Şênxewa re got: “Li tevahî cîhbanê nirxê madeyên petrolê biha ye û gelek madeyên sereke kêm in û madeyên xwarinê bihan e. Li Sûriyê jî rewş heman e. Ji ber ku cezayên aborî li ser Sûriyê hene û bandora şerê 10 salan e, her wiha hin bazirgan li ser sûka herêmî serwer in.”

Şîrovekarê aborî yê sûrî diyar kir ku her tim welatî fatoreya bihabûnê didin.”

EL-HERÎRÎ: MÎŞAL EWN PIRSGIRÊKA LUBNANÊ YE

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî aloziya siyasî ya Lubnanê wiha nivîsî: “Serokê hikumeta Lubnanê yê hatî erkdarkirin Seed El-Herîrî piştî nêzî 9 mehan ji erkdarkirina wî, lêborîn ji bo avakirina hikumetê xwest û destnîşan kir ku wî hewl daye hikumetê ava bike, lê belê serok Mîşal Ewn naxwaze hevkariyê pê re bike.

El-Herîrî duh li ser kenala El-Cedîd lêborîn xwest û got, “Ev valahiya li welêt li xweşiya Ewn hatiye, heke xwest ku vê yekê heta dawîbûna dema wîlayeta xwe dewam bike ew biryara wî ye. Mîşal Ewn pirsgirêka Lubnanê ye. Min pêşniyar kir ku demeke din bi koma hikumetê bifikire, lê wî got em nikarin li hev bikin. Ji ber wê ez nikarim hikumetê ava bikim.”

Helwesta El-Herîrî bû sedema xwepêşandanan. Hin xwepêşandêran rêyên sereke li paytext Beyrûtê û rêyên li herêma başûr qut kirin. Her wiha nirxê her dolarekî li sûka reş biqasî 22 hezar lîreyên Lubnanê bû.”

SÎSÎ: EWLEHIYA MISIRÊ XETA SOR E

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Misirê wiha nivîsî: “Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî duh teqez kir ku ewlehiya neteweyî ya Misirê xeta sor e û kesek nikare derbas bike.

Sîsî di kongreya yekemîn a projeya neteweyî ya pêşxistina gundên Misirî “jiyaneke bi rûmet” de, wiha got: “Em nahêlin ku kes nêzî ewlehiya welêt bibe.”

Sîsî daxuyand ku ew bi awayekî aqilane di dozên xwe de difikirin û ti caran hewl nedane bi hestên mirovan bilîzin.

Her wiha got ku metirsiyên der barê doza avê de “metirsiyeke rewa ye” û ew ji her kesî re başiyê dixwazin.”

(cx)