`Ger bi Rêveberiya Xweser bê itîrafkirin wê encamên erênî ji bo sûriyan bîne`

Hisên El-Ezam diyar kir ku de heke civaka navneteweyî statûya Rêveberiya Xweser nas bike dê encamên erênî ji tevahî sûriyan re bîne.

`Ger bi Rêveberiya Xweser bê itîrafkirin wê encamên erênî ji bo sûriyan bîne`
15 tîrmeh, 2021   23:52
TEBQANAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dema ku hatiye avakirin ve di 21'ê Çileya 2014'an rastî êrişên leşkerî, siyasî, civakî û xizmetguzarî tê. Her wiha ji hemû civîn û kongreyên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê hat dûrxistin.

Endamê Têkiliyên Giştî yê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û yek ji damezrînerên projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên El-Ezam got: "Rêveberiya Xweser li gorî lihevkirina di navbera etknî û pêkhateyên civakê yên li herêmê de hat damezrandin, da ku valahiya ewlehî û xizmetguzarî yê li herêmê ya piştî rizgarkirina wê ji hêzên hikumeta Şamê çêbûye, dagire."

El-Ezam da zanîn ku gelê herêmê bi hevgirtina di bin sîwana Rêveberiya Xweser de karî hebûna xwe li ser erdê îsbat bikira û wiha domand: "Gelê herêmê di demeke kurt de karî ji tevahî aliyên jiyanê, xizmetguzarî, civakî û leşkerî xwe li ser erdê îsbat bikira."

El-Ezam diyar kir ku Rêveberiya Xweser ewlehî û aramî li herêmê pêk anî, piştre 4 rêveberiyên dîtir tev lê bûn (Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê) heta ku gihaşt vê şêweya xwe ya niha anku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

‛TEVÎ ASTENGIYAN, ME HEBÛNA XWE PARAST’

Hisên El-Ezam anî ziman ku Rêveberiya Xweser niha ji sêyan yek rûbera xaka Sûriyê kontrol dike û tê de nêzî 5 milyon şênî hene û wiha pê de çû: "Em nikarin bêjin her tiştê me kiriye tê de bi ser ketine, lê tevî gelek astengiyên li pêş xebatên me, mîna şerê çeteyên DAIŞ’ê û hwd li dijî gelê herêmê, dorpêça li dijî Rêveberiya Xweser, girtina dergehan û dagirkirina herêmên ji Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji hêla dagirkeriya Tik ve, me ewlehî û aramiya li herêmê dabîn kir û hebûna xwe parast."

El-Ezam destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser modêlek e û gelek dewletên pêşketî mîna Amerîka, Siwêsra û Îmarat a Erebî vê modêlê bi kar tîne. El-Ezam têkildarî vê yekê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêveberiya Xweser a ku me ragihandiye li gorî pîvanên gelê me yê Sûriyê ye, armanca rêveberiyê ne qutbûn an jî parçekirina Sûriyê ye. Di hevpeymana civakî de me teqezî bi yekitiya axa Sûriyê kir. Ev rêveberî ji bo hêsankirina rêvebirina jiyana li Sûriyê ye."

‛TU KES NIKARE TIŞTÊ BI DEST KETIYE TÊK BIBE AN JÎ BETAL BIKE’

Hisên El-Ezam daxuyand ku êrişên li dijî Rêveberiya Xweser encama helwestên hin dewletên navneteweyî ne, bi taybet hewlestên hin dewletên cîran û wiha berdewamî da gotina xwe: "Berjewendiyên wan dewletan hene ku vê projeyê têk bibin. Ji lew re li pêş rêveberiyê disekinin û nahêlin beşdarî civînên Cinêvê û nivîsandina destûra nû ya Sûriyê bibin."

El-Ezam eşkere kir ku kes nikare tiştê li ser erdê pêk hatiye têk bibe yan jî betal bike, ji parastina xaka Sûriyê bigire heta bi têkbirina terorê li Sûriyê û parastina destkeftiyên Sûriyê û got, "Ev destkeftî li xweşiya kesên tiştek jî ji Sûriyê re pêşkêş nekirine nayê, ji lew re şerê vê projeya me dikin."

‛RÊVEBERIYA XWESER PROJEYA AŞTIYANE YA DEMOKRATÎK E KU JI TEVAHÎ SÛRIYAN RE GUNCAW E’

El-Ezam îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke aştiyane ya demokratîk ku li gorî tevahî sûriyan e û wiha got: "Ev projeyeke sûrî ye û ji tevahî sûriyan re ye, ne projeyeke etnîkî yan jî çînekê ye. Dema me ev proje pêşkêş kir, me ji bo tevahî sûriyan pêşkêş kir."

Hisên El-Ezam xuya kir ku hin fişar hene, her wiha lobiyek heye ku fişarê li civaka navneteweyî û dewletên nêzî Rêveberiya Xweser ên ku helwestên wan şermok in, dike. El-Ezam wiha li gotina xwe zêde kir: "Ev lobî fişarê heta li dewletên nêzî Rêveberiya Xweser dikin ku hewl didin tiştekî ji me re pêşkêş bikin."

El-Ezam destnîşan kir ku heke civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike, dê bandorên wê yên erênî gelek bin. Lê civaka navneteweyî ne amade ye Rêveberiya Xweser nas bike. Ji ber beriya naskirinê diyalogeke bi hikumeta Şamê re hebe. Ji ber naskirina hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser rê li pêş qebûlkirina navneteweyî vedike. Divê neyê jibîrkirin ku civaka navnetweyî hîna dinêre ku dewleta Sûriyê heye û nûnerên wê di NY’yê û hwd de hene."

‛DIVÊ LIHEVKIRINEKE NETEWEYÎ ÇÊBIBE’

Endamê Têkiliyên Giştî yê MSD'ê bal kişand ser girîngiya pêkanîna lihevkirineke neteweyî bêyî şertan li ser xaka Sûriyê û wiha got: "Divê em wek sûrî hevdu qebûl bikin û ji bo çareseriya aştiyan ji krîza Sûriyê diyalogan pêk bînin û piştre naskirina navneteweyî tê."

El-Ezam behsa daxuyaniya wezîrê Karên Derve ya Rûsyayê Sergy Lavrov a di 2’yê vê Tîrmehê de ya li ser pêkanîna diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de kir. El-Ezam girêdayî vê daxuyaniyê eşkere kir ku Rûsya alîgirê hikumeta Şamê û hewl dide li Sûriyê hikumeta Şamê xurt bike. Ev helwesta Rûsyayê jî naskirî ye."

‛HEKE RÛSYA CIDÎ BÛYA, DÊ GELEK HEVSENGÎ BIHATANA GUHARTIN’

Di vê çarçoveyê de Hisên El-Ezam wiha axivî: "Heke Rûsya cidî bûya dê gelek hevsengî bihatana guhartin. Jê jî erêkirina vekirina dergehê Til Koçerê ya ku me ji bo sedemên mirovî banga vekirina wê kir. Lê Rûsya israr kir ku veto ji bo girtina dergehê bi kar bîne û dergehê Bab El-Hewa ku xizmetî Cebhet El-Nusra û komên girêdayî dewleta Tirk dike, vekir. Heke Rûsya di daxuyaniya xwe ya diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de cidî bûya, dikare lihevkirinekê çêbike."

El-Ezam da zanîn ku ew ji bo diyaloga bi hikumeta Şamê re cidî û amade ne û wiha li nirxandina xwe zêde kir: "Heke hikumeta Şamê di diyaloga bêyî mercan de cidî be û diyaloga ku dê bi xwe encamên baş bîne, em jê re amade ne."

El-Ezam diyar kir ku gelek hêz hene ku ji projeya Rêveberiya Xweser metirsîdar in û wiha domdarî da axaftina xwe: "Dema em dibêjin Rêveberiya Xweser anku nenavendî, nenavendî jî tê wateya berserxwebûnê di biryaran de. Lê ev yek li kêrî hikumeta Şamê nayê û dewleta Tirk jî ji vê projeyî gelek metirsîdar e ku derbasî nava xaka wê bibe. Ji lew re êrişên xwe li dijî HDP’ê ku banga vê projeyê kir, dike."

Hisên El-Ezam diyar kir ku tevahî dewletên û aliyên navneteweyî û herêmî yên destwerdan li Sûriyê kirine naxwazin krîza Sûriyê çareser bibe û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Her yek ajandeyên taybet li Sûriyê hene û hewl didin pêk bînin. Lê gelê Sûriyê berdêlê dide û divê wê yekê bizanin û divê birîna xwe bi xwe derman bike."

(fr)

ANHA