Gedo: Derfetên mezin bi destê ENKS'ê ketin, lê ne li gorî asta berpirsyartiyê

Salih Gedo got, di salên 2011, 2012 û 2013 gelek derfet bi destê ENKS'ê ketin da ku ji tevgera gelê Kurd ê Sûriyê bibe pêşeng lê ne li gorî asta berpirsyartiyê.

Gedo: Derfetên mezin bi destê ENKS'ê ketin, lê ne li gorî asta berpirsyartiyê
Gedo: Derfetên mezin bi destê ENKS'ê ketin, lê ne li gorî asta berpirsyartiyê
Gedo: Derfetên mezin bi destê ENKS'ê ketin, lê ne li gorî asta berpirsyartiyê
Gedo: Derfetên mezin bi destê ENKS'ê ketin, lê ne li gorî asta berpirsyartiyê
Gedo: Derfetên mezin bi destê ENKS'ê ketin, lê ne li gorî asta berpirsyartiyê
Gedo: Derfetên mezin bi destê ENKS'ê ketin, lê ne li gorî asta berpirsyartiyê
15 tîrmeh, 2021   20:12
QAMIŞLO

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî –Rojava semînerek li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Semîner bi navê "Tevgerên kurdî di navbera binkeftinên borî û pêdawîstiyên dema niha de" bi beşdarbûna derdora 150 kesayetên siyasî yên kurdî hat dayîn. Semîner bi boneya salvegera 70'an a wefata Mîr Celadet Bedirxan û salvegera 65'an a damezirandina yekemîn rêxistina siyasî kurdî li Sûriyê hate lidarxistin.

Sekretêrê Partiya Çep a Demorkatîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo semîner bi rêve bir.

Gedo di destpêka semînerê de behsa pêvajoya yekemîn a damezirandina partiya kurdî ya yekemîn li Kurdistanê kir û got: "Pêwîstiya girse ku rêxistineke siyasî kurdî hebû ku hemû kurdên Sûriyê di bin sîwaneke têkoşînê de kom bike, mîna parçeyên din ên Kurdistanê, bi taybet Bakurê Kurdistanê ku li hemberî pergalên li pey hevdu derketin şoreş li dar xistin."

Gedo got: "Ev şoreş ji bo gelek ciwanan têkoşer bû zemînek ku di sala 1957'an Partî ava kirin ku Osman Sebrî, Hemîd Hac Derwîş, Reşîd Hemo, Hemze Niwêran, Mihemed Elî Xoce, Şewket Henan, Xelîl Mihemed û Şêx Mihemed Îsa pêk dihat , piştre Dr. Nûredîn Zaza tev li wan bû û serokatiya partiyê kir."

Salih Gedo diyar kir ku di sala 1960'î de piraniya rêveberên partiyê hatin girtin û xistin girtîgeha Mezê, ev yek bû destpêka derketina nakokiyan di navbera fermandaran de ku di encamê de Partiya Çep a Kurd di konferansa Cemaya ya sala 1965'an de hate ragihandin.

Gedo destnîşan kir ku pêvajoya duyamîn ji sala 1965 heta sala 1970 de bû û got: "Di vê pêvajoyê de kongreya neteweyî li Nabordan hate avakirin û tê de du partî di bi navê Partiya Demokratîk a Kurd (Partî) bûn yek."

Gedo diyar kir ku yekbûna herdu partiyan çend mehan dirêj kir û wiha dom da axaftina xwe: "Mixabin yekbûna her du partiyan çend mehan tenê dirêj kir û rewş vegeriya mîna beriya kongreyê yekbûyînê, bi wê re rêxistineke din a sêyemîn bi navê pêşengtiya pêvajoyê hate damezrandin, ev rêxistin bi destek û pêştgiriya fermandarên şoreşa kurdê yên wê demê hate avakirin û bû mîna şaxeke Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Iraqê û Rojava."

Gedo anî ziman ku Partî Sûrî veguherî beşek ji projeya kurdistanî ya ne sûrî, di encamê de nakokî di hundirê tevgera kurdî ya sûrî de zêde bûn.

Salih Gedo bal kişand ser pêvajoya piştî şoreşa Sûriyê ya 2011'an û ev nirxandin kir: "Tevgera Kurd a Sûriyê girîngiya pêvajoyê fam kir û dît ku pêwîste bi alav û şêwazên ku li gorî taybetmendiyên herêma Sûriyê be beşdarî tevgera gel an şoreşa Sûriyê bibe û berjewendiyên gelê Sûriyê biparêze bêyî ku bi pey projeyên Tirkiyê bike ya bi awayekî eşkere destekê dide Îxwan El-Muslimîn da ku destwerdanê li kar û barên Sûriyê bike."

Gedo bi bîr xist ku tevgera kurdî di dawiya Cotmeha 2011'an de piştî diyalogên berfireh bi beşdarbûna PYD'ê, partî û saziyên civakî yên cûda li hev kom kirin, lê ENKS'ê daxwazên birayên PYD'ê fam nekirin.

Salih Gedo bi domdarî got:"Bê guman di salên 2011-2012 û 2013 de derfetên mezin bi destê ENKS'ê ketin da ku bibe minareyeke ku ji tevgera gelê kurd ê Sûriyê re pêşengtiyê bike da ku wê bighîne armancên wê yên niştimanî û neteweyî. Lê mixabin ENKS'ê negihişt asta berpirsyartiya neteweyî ya niştimanî, sedemên vê yekê jî gelek in, yên sereke; desteserkirina biryara kurdî sûrî ji aliyê gelek aliyên kurdistanî ve, hin partî têkêlî bi derve re danîn ku berê û niha jî kaxeza kurdî ji bo xizmeta ajnîdeyan bi kar tînin ku ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd ê Sûriyê ye."

Gedo diyar kir ku ji zêdetirî salekê ve Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û ENKS'ê ve diyalogên kurdî pêk anîn û ser hin destkeftiyên mîna nêrîneke siyasî û mekanîzmeya avakirina lêvegera siyasî li hev kir û got: "Her du aliyan li ser çawaniya beşdarkirina ENKS'ê di Rêveberiya Xweser de bi hemû saziyên wan nîqaş kirin, lê mixabin diyalog heta nuqteyekê ji aliyê ENKS'ê ve hatin rawestandin, sedem ew jî nivîsgehê wê hatin texrîbkirin, ji ber vê yekê diyalog ji aliyekî ve rawestand û hin daxwazname pêşkêşî nûnerên Amerîka û fermandarê giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî kir."

Beşdaran li ser dîroka tevgera siyasî ya kurdî û girîngiya avakirina yekitiya kurdî nîqaş çêbûn.

Li gorî endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Merwan Hesen, wan vexwendname ji endamên Partiya Demorkatîk a Kurd – Sûriyê û ENKS'ê re şandin lê beşdar nebûn.

8'ê Tîrmehê KNK-Rojava bi diruşma "Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibim û rê li ber şerê navxweyî bigirin" komxebateke diyalogê li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û pêwîstiya avakirina yekitiya kurdî li dar xist. Ji encamên komxebatê, komîteyek ji 7 kesan hate avakirin da ku encamên komxebatê ji hêz û partiyên kurdistanî re ragihîne."

ANHA