Li dijî Efrînê êrişa bi mûşekan

Vê êvarê, li gorî agahiyên bi dest ketine, navenda bajarê Efrînê ji aliyê nenas ve hat topbarankirin.

Li dijî Efrînê êrişa bi mûşekan
15 tîrmeh, 2021   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji herêma Efrînê daxuyand ku taxa Zêdiyê ya bajarê Efrînê vê êvarê hat topbarankirin û dengê erebeyên ambulancê hat bihîstin. Her wiha di encama topbaranê de li gorî agahiyên bi dest ketine, birîndar hene.

Heta niha aliyê ku Efrînê topbaran kiriye nayê zanîn û tu daxuyaniyeke fermê jî li ser topbaranê nehatiye dayîn.

(fr)

ANHA