Rêveberiya kampa Girê Spî pêşwazîkirina koçberan li beşa sêyemîn bi dawî kir

Rêveberiya kampa Koçberên Girê Spî bicihkirina malbatên koçber li beşa sêyemîn ê kampê bi dawî kir.

Rêveberiya kampa Girê Spî pêşwazîkirina koçberan li beşa sêyemîn bi dawî kir
Rêveberiya kampa Girê Spî pêşwazîkirina koçberan li beşa sêyemîn bi dawî kir
Rêveberiya kampa Girê Spî pêşwazîkirina koçberan li beşa sêyemîn bi dawî kir
Rêveberiya kampa Girê Spî pêşwazîkirina koçberan li beşa sêyemîn bi dawî kir
15 tîrmeh, 2021   16:52
EYN ÎSA

Rêveberiya kampa Koçberên Girê Spî ji 13’yê meha borî ve dest bi pêşwazîkirina koçber ên kantona Girê Spî li beşa sêyemîn kir.

Rêveberiya kampê bi hevkariya Rêxistina Blomond beşa sêyemîn li kampê ava kir, da ku malbatên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî bajarên koçber bûne pêşwaz bike. Piştî êriş û dagirkirinê şênî koçberî Reqa û Tebqayê bûn, lê ji ber debara dijwar a jiyanê berê xwe da kampa Koçberên Girê Spî.

/ar/uploads/files/2021/07/15/150131_mhmd-alshykh.webp

Rêveberiya kampê piştî 32 rojan ji firehkirina kampê 2 hezar û 459 koçberên li ser 512 malbatan belav in li beşa sêyemîn bi cih kir. Koçber di 564 konan de bi cih bûn û her malbateke ji zêdetirî 8 ferdan du kon jê re derdikevin.

Ji ber tengbûna cih û derfetên rêveberî nikare hejmareke din a malbatan pêşwazî bike.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Rêveberiya Kampê Mihemed El-Şêx wiha got: "Rojane bi dehan malbat berê xwe didin kampê da ku lê bi cih bibin û em li hember alîkarîdayîna ji wan re bêçare ne. Ji ber beşa sêyemîn a zêdekirî nikare zêdetirî 560 konî pêşwaz bike."

El-Şêx bang li aliyên pêywendîdar û rêxistinên mirovî kir ku bi avakirina kampê bi beşa 4’an alîkariya wan bikin.

Hejmara giştî ya niştecihên li kampa Koçberên Girê Spî bi 3 beşên wê 5 hezar û 934 koçber in û li ser hezar û 187 malbatan belav in.

(fr)

ANHA