​​​​​​​Li Tebqayê cenzayê şehîd Ehmed Xedban hate veşartin

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Xedban bi merasîmekê hate veşartin.

​​​​​​​Li Tebqayê cenzayê şehîd Ehmed Xedban hate veşartin
​​​​​​​Li Tebqayê cenzayê şehîd Ehmed Xedban hate veşartin
​​​​​​​Li Tebqayê cenzayê şehîd Ehmed Xedban hate veşartin
​​​​​​​Li Tebqayê cenzayê şehîd Ehmed Xedban hate veşartin
​​​​​​​Li Tebqayê cenzayê şehîd Ehmed Xedban hate veşartin
​​​​​​​Li Tebqayê cenzayê şehîd Ehmed Xedban hate veşartin
​​​​​​​Li Tebqayê cenzayê şehîd Ehmed Xedban hate veşartin
​​​​​​​Li Tebqayê cenzayê şehîd Ehmed Xedban hate veşartin
​​​​​​​Li Tebqayê cenzayê şehîd Ehmed Xedban hate veşartin
15 tîrmeh, 2021   17:20
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê di nav de nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî cenazeya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Xedban li goristana Şehîdan spart axê .Ehmed Xedban 11`ê vê mehê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Merasîm li goristana Şehîdên Tebqayê bi rêzgirtinê dest pê kir û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreneke leşkerî li dar xist.

Paşê bi navê malbatên şehîdan endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulhekîm El-Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hevseroka Komîteya Hundirîn a Tebqayê Yesrib El-Hesûn axivî û soz da dayikên şehîdan ku ew ê şopdara rêya zarokên wan ên şehîd be, parastina herêmê berdewam bike û nehêle ewlehî û aramiya wê têk biçe.

Bi navê malbata şehîd Ehmed Xedban bavê şehîd, Heysem Xedban axivî û got: "Di rêya parastina erd û gelên xwe de me bi hezaran şehîd dan, îro jî ji bo em bi xêr û aştî bijîn min kezeba xwe da, em radest nabin û wekî ku me soz daye leheng û şehîdîn xwe em ê li ser sozê bimînin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Hind Xelîl nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya merasîmê de şehîd di nava sloganan de hate veşartin.

(eh)

ANHA