Dewleta Tirk sînorê xwe yê li Sûriye berfirehtir dike

Artêşa Tirk a dagirker dîwarê sînor ê li gundewarê Girê Spî rakir û 70 metre din ber bi xaka Sûriyeyê ve sînorê xwe berfireh kir.

Dewleta Tirk sînorê xwe yê li Sûriye berfirehtir dike
15 tîrmeh, 2021   15:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk a dagirker beşek ji dîwarî sînor ê di navbera Tirkiyê û Bakurê Sûriyê de rakir.

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk  dîwarê li gundê Koktepe yê di navbra gundewarê Girê Spî yê dagirkirî û Kobanê de rakir û 70 metre din ber bi xaka Sûriyeyê ve sînorê xwe berfireh kir.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku leşkerên Tirk îro piştî nîvro  heman dîwar rakir û li hundirên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi cih kir û wekî gavekê ji bo qutkirina xaka Sûriyê bi nav kir.

ANHA