​​​​​​​Desteya Perwerdê dewreyeke din a ezmûnanên amadehî ragihand

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê eşkere kir ku rêjeya serketinê ya xwendekarên amadehî bi hemû beşên wê ji sedî 63 ye, her wiha dewreyeke din a ezmûnan ragihand.

​​​​​​​Desteya Perwerdê dewreyeke din a ezmûnanên amadehî ragihand
15 tîrmeh, 2021   16:39
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê ji bo gelê Kurd û gelên dîtir ên li Rojavayê Kurdistanê xewneke bû, ji ber ku hikumeta Şamê ziman û çanda pêkhateyên din înkar kiribû û qedexe kiribû. Ew xewna ku hin kesan bawer nedikirin ku pêk were, îro digel Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku şoreşek di perwerdê, fêrkirin û zimanê Kurdî de li dar xist pêk tê.

Cara yekemîn e ku li Rojavayê Kurdistanê xwendekarên ji hemû pêkhateyan bi zimanê dayikê ezmûnên amadehî ya 2020/2021’an bi tevahî beşên wê yên zanistî, wêjeyî û pîşeyî pêşkêş kirin.

Di 27’ê Hezîrana borî de ezmûnên navîn û amadehî li herêma Cizîrê bi dawî bûn û îro 15’ê Tîrmehê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê encamên ezmûnanên amadehî yên dewreya yekemîn eşkere kirin.

Têkildarî vê yekê, Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl li ser xebata perwerdê ya îsal axivî û wiha got: "Cara yekemîn e ezmûnên amadehî têne lidarxistin. Ew berhema  kedên salên dirêj ên şoreşa ziman in."

/ar/uploads/files/2021/07/15/141752_img_9694.webp

Rohat Xelîl da zanîn ku piştî ked û têkoşînê xwendekarên dibistanên Rêveberiya Xweser di hemû qonaxên xwendinê; seretayî, navîn û amadehî de perwerdê bi zimanê dayikê dibînin û wiha got: "Ji destpêka salê ve ji bo amadekirin û perwerdekirina mamosteyan me gelek dewre vekirin."

Rohat Xelîl diyar kir ku komîteya ezmûnan bi şev û roj kedeke bêhempa dida ku xebata perwerdê bi ser keve  û encam baş bûn.

Li gorî Rohat Xelîl, nêzî 4 hezar xwendekarên qonaxa amadehî û 7 hezar xwendekarên qonaxa navîn beşdarî ezmûnan bûn.

Rohat Xelîl destnîşan kir ku xebata ezmûnan bêyî astengî bi ser ket û wiha got: "Bê gûman hin astengî hebûn, ji ber ev tecrûbeya yekemîn e, lê tevî wê astengî ne mezin bûn, em timî hewl dide perwerdê bi pêş bixin."

Girêdayî girîngiya vê ezmûnan Rohat Xelîl bi pêngaveke girîng, pîroz û dîrokî wesif kir û wiha li gotina xwe zêde kir: "Her pêkhateyek  li gorî bingehên felsefeya neteweya demokratîk, bi zimanê xwe xwend. Ev yek bêyî ku tu kes li hemberê bisekine yan jî qedexe bike pêk hat."

Rohat Xelîl eşkere kir ku rêjeya serketinê ya qonaxa amadehî bi şaxên wê yên zanistî, wêjeyî û pîşeyî ji sedeî 63 bû.

Li gorî desteya perwerdê, pileyên qonaxa navîn ji 800’î ye, lê pileyên qonaxa amadehî ya şaxê wêjeyî ji 600’î, şaxê zanistî ji 800’î ye. Her wiha xwendekarê ji sedî 40 pileyan wergire bi ser dikeve û pileya serketinê ya her meteryalekî ji sedî 40 wergire.

Rohat Xelîl destnîşan kir da ku bi xwendekarên xwe re bibin alîkar dewreyeke tekmîlî heye û dê piştî bidawîbûna derketina encaman dest pê bike.

Girêdayî mercên dewreya tekmîlî Rohat Xelîl wiha got: "Nabe ku xwendekarê/a di 4 madeyan de bi bin ketiye tev li dewreya tekmîlî bibe. Lê mafên xwendekarê/a heye ku di 3 madeyan bi bin ketiye tev li dewreya tekmîlê bibe, her wiha xwendekarên serketî jî dikarin bi 2 madeyan tev li dewreya tekmîlê bibin da ku pileyên madeyên xwe bilind bikin."

Di dawiyê  de Rohat Xelîl wiha got: "Xwendekarên bi ser neketine, hîna rêya serketinê li pêş we vekiriye ku bi serkevin û asta xwe di dewreya tekmîlê de bi pêş bixin. Em xwenekarên serketî hemûyan pîroz dikin û dibêjin serê me bi we bilind e."

(fr)

ANHA