Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî bêhurmetiya li goristanên şehîdan ên Efrînê da

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî bêhurmetiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li gorên şehîdan da û got: "Tu ferq û cudahî di navbera çanda Erdogan û DAIŞ'ê de nine."

Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî bêhurmetiya li goristanên şehîdan ên Efrînê da
15 tîrmeh, 2021   15:30
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî bêhurmetiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li gorên şehîdan da û got:

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li Efrînê goreke komî ya cenazeyên 35 kesên nenas vekir û îdia kirin ku ew kes beriya dagirkirina Efrînê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine kuştin.

Li ser vê yekê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li pêşiya avahiya meclisê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Mirovahî bi exlaqî û rêzdariya ji her mirovakî re tê naskirin, lê mixabin dewleteke mîna Tirkiyê ya faşîst û dîktator êdî tu pîvanên mirovahiyê di ber çavan re derbas nake, dagirkeriya xwe li Efrînê pêk tîne, ev yek jî têrê nakê, gihişt astekê ku termên şehîdên me ji binê erdê yan jî ji gorên wan derdixîne û li ser malperan wêneyên termên wan belav dike. Ev yek jî ji bo raya giştî dibêje gorên komî yên komkujiyan e. Lê wekî her kes dizane û li gorî wêneyên ku hatine belavkirin û ji aliyê gelê Efrînê ve hatiye netkirin we cih şehîdgeha şehîd Avesta ye û ew term yên şehîdên Berxwedana Serdemê ne. Ev yek ji bo dewleta Tirk ne tiştekî nû ye, ji ber ku mijarên bi vî rengî gelek caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dûbarekirin.

Li Efrîn, Girê Spî û Bakurê Kurdistanê me dît gelek car gihişt astekê ku dewleta Tirk bi balafirên xwe goristanên şehîdan bomebaran dikin. Li hemberî vê bêhurmetiyê mixabin hemû dewletên navneteweyî bêdeng in. Di her civakekê de hemû cîhan li gorî urf, adet û olan jî ji bo her mirovakî ku jiyana xwe ji dest daye rêzdarî heye, lê ta roja me ya îro kesekî ji dewleta Tirk re negotiye vê bêrêziyê neke û li hemberî termên mirovan rêzdar be.

Ji ber vê yekê wekî mablatên şehîdan ên herêma Firatê banga me ji bo hemû civakan xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin û rastiya faşîsta Erdogan ji her kesî re binirxînin. Wekî gelê Kurd têkoşîna bi sedên salan ji bo jiyaneke bi rûmet e, her wiha di têkoşîna xwe de me hemû mirovahî  parast. Ev yek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate îsbatkirin. Zarokê gelê Kurd ji bo parastina mirovahiyê li hemberî DAIŞ'ê li Girê Spî, Minbic, Reqa, Dêrazor şer kir û mirovahî ji dagirkerî û tariya DAIŞ'ê xilas kir. Ji bo me tu ferq û cudahî di navbera çeteyên DAIŞ û Erdogan de tuneye, ew jî xwedî heman çand e, çanda bi sedên salan ji Ataturk heta Erdogan bi wîraset bi kar anîne, dagirkeriya xwe û êrişên xwe ne tenê ji bo welatan esas digire, lê belê goristanên şehîdan û sivîlan jî ji xwe re hedef digirin ji bo bandoreke manewî û piskolojî li ser her civakekê pêk bînin.

Ji ber vê yekê jî di têkoşîna xwe ya ji bo mirovahiyê de em ê lawaz nebin, rastyia dewelta tirk ji bo her kesî em ê eşkere bikin, girêdana me wê her tim û her bi rastiya ku em ê alên şehîdên xwe di hemû qadan de bilind bikin."

Pişî xwendina daxuyaniyê diruşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

ANHA